Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin 2020-12-17 12:57:30   ERZIROM - Hat destnîşan kirin ku nûçegihanê me yê girtî Dîndar Karataş kirine qawîşke yek kesî ya beşa karantînayê û hat diyar kirin ku daxwazên wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayin qebûlkirin.    Nûçegihanê me Dîndar Karataş ê li Wanê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, ji wir sewqî Erziromê hatibû kirin, di 26'ê Mijdarê de, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Rojnameger Karataş ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di qawişa karantînayê de dihat girtin.   Karataş ê li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dimîne, îro bi telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Dindar di hevdîtina malbatê de, ragihand ku rayedarên girtîgehê ew xistine qawîşa yek kesî. Karataş, diyar kir ku rewşa wî başe û ligel îtîrazên jî wî, nadin gel girtiyên din. Karataş, dest nîşan kir ku wî ji rêveberiya girtîgehê xwestiye ku wî bidin gel girtiyên din, lê ev daxwaza wî hatiye redkirin.