Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn 2020-12-17 10:22:06 WAN - Di ser erdheja navçeya Elbaka Wanê re 10 meh derbas bûn.  Lê sozên ku rayedarên hikûmet û dewlete dabûn welatiyan hêj pêk neanîne. Mexdûrên erdhejê yên di şertên zivistanê de di konteyneran de dijîn bertekên xwe bi gotinên "Ka dewlet. Ka piştgirî." anîn ziman.     Di 23'ê Sibata 2020'an de li Bajarê Xoyê yê Rojhilata Kurdistanê erdheja mezinbûna wê 5.9 pêl pêk hatibû. Ji ber erdhejê li gelek gundên Navçeya Elbak a Wanê jî xanî xera bûbûn. 10 mirovan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî erdhejê rayedarên hikûmetê hatin navçeyê û soza alîkariyê dabûn welatiyan.    JI 210 MALBATAN 170 MALBATAN KOÇ KIR   Di ser erdhejê re 10 meh borîn. Lê sozên ku rayedarên hikûmetê dabûn malbatan pêk neanîn. Di erdhejê de li gundên Elbîs, Elezî, Qîratî, Qaşqol û Xanîkê xanî xera bûbûn. Lê alîkarî bi van gundan û malbatên xaniyêw nan xera bûbû re nehat kirin. Ji 210 malbatên ku xaniyên wan xera bûbû jê 170 malbat ji ber alîkarî bi wan re nehat kirin koç kirin.    Mexdûrê erdhejê Taksim Başkurt, anî ziman ku ji ber alîkarî bi wan re nehat kirin pezê xwe firot û wiha got: "Di şertên zivistanê û sor de em neçar in di konteyneran de bijîn. Her tim ceyran ji ser me tê qutkirin. Fatûreya zêde ji mere dişînin. Me alîkarî ji rayedaran xwest. Lê tabûya xaniyan ji me dixwazin. Dema li Îzmirê erdhej çê dibe, ji mexdûran re xanî çêdikin. lê dema li vir çê dibe kes guh nade.    Mexdûrê Erdhejê Mehmet Emin Kaya jî anî ziman ku rayedaran soz dan wan, lê soza xwe pêk neanîn û wiha got: "Min gelek caran serî li rayedarên AFAD'ê da. Lê ji bo sewalên min çadir nedan min. Piştî erdhejê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu got “Eger sewalên we mirin ezê sewalên din bidim we' Lê ji bo sewalên ku di erdhejê de mirin jî tu alîkarî nekirin. Em di hewa zivistanê de dicemidin. Em jî welatî ne. Em li benda alîkariyê ne."    KA PIŞTGIRÎ   Welatî Ahmet Kaya jî anî ziman ku gotina "Me alîkarî kir" rastiyê nîşan nade û wiha got: "Piştî erdhejê hatin kavilên xerabe rakirin û wekî din tiştek nekirin. Sozên dan me pêk neanîn."     Welatiyên din jî heman bertek nîşan dan û anîn ziman ku hikûmet û rayedaren dewletê sozên dane pêk neanîne. Wielatiyan bi gotinên "Ka dewlet. Ka piştgirî." nerazîbûn anîn ziman.   MA / Mujdat Can - Melek Şahîn