Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn 2020-12-17 09:12:09 ÊLIH – Polîsan li endam û rêveberên HDP'ê yên Êlihê bi hinceta di çalakî û daxuyaniyan de mesafeya fîzîkî li ber çavan negirtiye nêzî 1 milyon tl cezayê pereyan birîn. Rêveberan bertek nîşanî ceza dan û anîn ziman ku ji ber wan mafê xwe yên demokratîk parastiye ev ceza li wan hatiye birîn.   Li Tirkiyeyê di 11'ê Adara 2020'an de vîrûsa corana derket holê. Piştî vîrûsa corona li Tirkiyeyê hat dîtin li ser biryara Wezareta Karên Hundir hat xwestin welatî li gorî pîvanên mesafeya fîzîkî tev bigerin û maske girê bidin. Biryar da ku yên li gorî pîvanên fîzîkî tev negerin û li derve maske nexin pêş devê xwe dê ceza li wan bê birîn. Lê balkêş e li kargeriyan, tekstîl û fabrîqeyan, li pêş deriyê banka, postexaneyan û saziyên dewletê bi sedan mirov dikevin dorê. Ji bo welatî li pêş saziyên dewletê tu tedbîr nayên girtin. Lê ji ber ku li Êlihê endam û rêveberên HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê û daxwaz^ne xwe yên demokratîk anîn ziman nêzî 1 Milyon TL ceza li wan hat birîn. Her rêveberekî HDP'ê heta niha nêzî 10 makbûzên ceza ji wan re hatiye şandin. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê Gurbet Dogan bi hinceta li dijî pîvana mesafeya fîzîkî û maskeyê tev geriya ye, heta niha 17 caran ceza lê hatiye birîn. Dîsa ji ber li Parka Ataturk 18 kesên ku Cawîşê Pispor Musa Orhan ê tecawizkar şermezar kirin 900 TL ceza li wan hat birîn. Bi giştî 16 hezark û 200 TL cezayê mesafeya fîzîkî hat birîn.    Dîsa ji ber ku jinan di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan û 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de di navbera 3 hezar û 150 tl û 900 TL de ceza hat birîn. Kesên ceza nadin gefa ku dê hacîzê dînin ser mala wan dixwin.    Kesên ceza li wan hat birîn ji Ajansa Mezopotamya re axivîn.   Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Omer Kulplu, anî ziman ku dema daxwazên xwe yên demokratîk tînin ziman, polîs wan dorpêc dike û wiha got: "Dewleta ku bi polîsan wan dorpêç dike bi vê yekê têr nabin ceza li wan dibirin. Heta niha 97 caran cezayê pereyan li me hatiye birîn. Her carê li 10 -15 kesan ceza dibirin. Li hin kesan 7, li hin kesan 16 caran ceza hatiye birîn. Heta niha bi giştî 97 caran cezayê pereyan hatiye birîn û nêzi 1 milyon TL cezayê pereyan li endam û rêveberên me birî ye. Di navbera 3 hezar û 900 TL de ceza li me dibirin. Bi taybetî kesên Musa Orhan û qeyûm şermezar kirine ceza li wan hatiye birîn."    17 CARAN CEZAYÊ PANDEMIYÊ BIRÎN   Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî Gurbet Dogan jî ani ziman ku dema wan çawîşê pispor Musa Orhan şermezar kir ew jî di navde li 18 kesan ceza hat birîn û wiha got: "Jinên ku tacîz û tecawizê şermezar dikin ceza li wan tê birîn. Bi vê yekê peyama 'Li dijî tecawizkar dengê xwe mekin' dide. Li ser navê pandemiyê ceza dibirin. Lê ev ne rast e. Ne tenê li me, li welatiyan jî bi milyonan tl cezayê neheq birîne."