Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek 2020-12-17 09:10:55 STENBOL - Nivîskar û Rojnameger Kakşar Oremar, diyar kir ku ruhê yekîtiya neteweyî ya Komara Kurdistanê  ku li Mahabadê hat avakirin, îro li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîn bûye û wiha got: “Divê Kurd êdî bi dengê 74 sal berê li Qada Çarçira bilind bû bibin yek."    Komara Kurdistana Mahabadê ya di 22'ê Çileya 1946'an de ji aliyê Qazî Muhammed ve li Qada Çarçira hat avakirin, di 17'ê Kanûna 1946’an de hat rûxandin. Sazûmankarê Komarê Qazi Muhammed û hevalên wî Komar ava kirin. Mahabat bû paytextê Sine, Şino û Miyandoabê yê.    Piştî encamdana serhildanên Şêx Ubeydullahê Nehrî û Simkoyê Şikak, di nava kurdên rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. Huseynê Mukriyanî ku ji Mehabadê ye, bi rêya zanayê Îranî Ahmed Kesrewî Tebrîzî tevgera naziyan û fikra naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937'an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsa neteweyê kurd dike ku kurd jî ji qewmên aryan in û divê wek almanan kurd jî împeratoriya xwe ava bikin.    Li van salan îngilîzan Başûrê Kurdistanê, yanî Îlam, Loristan û Kirmaşan, Sovyetan jî Bakurê Kurdistanê dagir kiribûn. Navenda Kurdistanê jî bi taybetî herêma mukriyan di bin desthilata kurdan de bû. Li sala 1941'ê de şahê Îranê Riza Şah bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê de ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû. Li Mehabadê ji aliyê hindek rewşenbîrên kurd ve Komeley Jiyanewey Kurdistan hate avakirin. Vê komeleyê nêzîkî sê salan xebatên xwe nepenî kirin. Li Mehabadê dagirkirina Sovyetan hebû. Leşkerên Îranê çekên xwe berdan û hemû vegerîn bajarên xwe. Piştî paqijkirina hêzên çekdarî li herêma Mukriyan, wek çekdarî tenê hêzên eşîrî man. Li herêma Seqiz û Bane serokeşîrê Begzadeyan Heme Reşîd Xan bû fermanrewayê herêmê. Bajarê Serdeştê ket bin destê kurê Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Letîf. Li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û brayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin pêkanî û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu. Wê demê gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî tirkên Azerbaycanê mecbûr man ku ji kurdan alîkariyê bixwazin. Di payîza sala 1941'ê de îngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û Bokanê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku îngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî îngilîzan li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. Efserên rûsî Selîm Atakşîov û hevalê wî Caferov û kurd di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel Mîr Cefer Baxirov. Jixwe paşî 18'ê çiriya paşîn a 1941'ê eşîra tirk Şahsevenî, 20'ê çiriya paşîn rewşenbîrên Tebrîzê û 27'ê çiriya paşîn de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn Bakûyê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên kurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên kurd û ecem çûn Urmiyeyê. Ji xwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera kurd û eceman de şer û pêvçûn rûneda.     Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Di 22'ê kanûna paşîn a 1946'an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çwarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlan kirin. Piştî 11 mehan di 17'ê Kanûna 1946'an de komar hilweşandin.      YEKÎNEYA JINAN AVA KIRIN   Têkildarî Komara Kurdistana Mahabat Nivîskar û Rojnameger Kakşar Oremar nirxandin kir. Omemar anî ziman ku piştî avakirina Komarê gelek xebat hatin kirin û wiha got. "Berî avakirinê komarê şertên aborî, erf û edat tune bûn. Rêjeya perwerdehiyê ji sedî 5 bû. Rêjeya perwerdehiyê ya jinan bêtir kêm bû. Ji Rûsyayê çapxane anîn û dest bi Rojnameya Kurdistan kirin. Gelek xebatên wêjeyî çap kirin. Hêza eskerî, radyoya herêmî û şano ava kirin. Şanoya Dayikên Niştiman, di serdema Komaleye Jiyaneweyî Kurd de hat avakirin û gelek xebatên hêja kirin. Yekem car dibistanên jinan vekirin. Di serokatiya Mina Qazî de Yekîtiya Jinan ava kirin. Ji bo aboriyê şîrketa Terraqî ava kirin."    DI BELGEYAN DE KOMARA KURDISTAN E   Omemar, anî ziman ku pênaseya Komara Mahabad şaşiyek mezin e û di rastiya xwe û belgeyan de Komara Kurdistanê ye û wiha axivî: "Komarê hemû Kurd hembez dikir. Qazi Muhammed mirovekî pir zane û xwedî tecrûbeyên gelek mezin bûn. Qazi Muhammed ji bo Kurdan xeyalên wî hebûn. Qazi Muhammet hatibû ber Çemê Araratê û gotibû ‘Ji Çiyayê Agiriyê heta Biroyê Heskê Têlî û Xeyalên Îhsan Nurî Paşa divê di nava sînorê Komara Kurdistanê de be. Ev jî nişan dide ku Serokê Komarê çiqas serdestî Dîroka Kurdistanê ye. Hestera diyarê yekitiya Kurdan e."    BANDORA HÊZÊN DERVE YÊ HILWEŞÎNÊ   Oremar, bal kişand ser sedema hilweşîna Komara Kurdistanê û wiha berdewam kir. “Du sedemên hilweşîna Komarê heye. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bi dawî bû, hemû hêzên ku di nava şer de cih girtin, xwestin di nava 6 mehan de vegerin sînorê xwe yê beriya şer. Rûsya hêzên xwe ji Azerbaycan û Kurdistanê vekişandibû. Eskerên xwe yên ku Îran rehet kir anî sînorê Azerbaycanê. Dema Îran ket Azerbaycanê wê demê artêşên Kurd û Azeriyan bi hevre tev geriya bûna dikaribûn li ber xwe bidin. Lê ev nekirin. Di aliyê diplomasiyê de gavên  têr neavêtin. Kurdan wê demê bi Rûsya û welatên cîran re têkiliyên xurt pêş nexistin. Muhammet Rıza Pehlevî wê demê ciwan bû. Rûsya û DYA kaxizek vala danî pêş wî û bi wî dan îmze kirin. Kurd di aliyê siyasetê û dîplomasiyê de ne xwedî tecrûbe bûn.''    SEDEMÊN HUNDİRÎN   Omemar, da zanîn ku yek ji sedema hilweşîna Komara Kurdistanê sedemên hundirîn in û wiha lê zêde kir: "Piştî Îranê Azerbaycan têk bir û şûnde, Beg û axayên xayîn, xwe kişandin nava sînorên xwe. Piştre bi rêveberiya Îranê re hevkarî kirin. Îrane got 'Bi me re tev bigerin emê hemû derfetan bidin we' Li gorî berjewendiyên şexsî tev geriyan. Axa û Begên xayîn pişta xwe dan Komarê."    Omemar, bibîr xist ku piştî Bajarên Azerbaycanê xera bûn û bi hezaran mirov hatin kuştin, Qazi Muhammed ji bo êş mezin nebin teslîmî Îranê bû û wiha pêde çû: "Di bin fermandariya Qazi Muhammed de  artêşa ku ji 12 hezar kesan pêk dihat hebû. Li gel ku biryara şer a heta dilopa xwîna dawî dan jî tehamul nekirin ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Qazi Muhammed ji bo bi hezaran mirov neyên kuştin xwe feda kir. Piştî Komar hilweşiya xwest li Iraqê teslîmî balyozxaneya Îngîlistanê û li Urmiyeyê teslîmî balyozxaneya Rûsya bibe. Lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. Wê demê got ‘Ez ne ji bo canê xwe û ne jî bi awayekî sincî û wîcdanî vê yekê dikim. Ez nikarim di rojê xweş de li cem gelê xwe bim û di rojê teng de gelê xwe terk bikim. Bila tu karê dewleta Îranê bi gelê Kurd tune be. Hemû tola xwe ji min hilînin. Bi rûmetek mezin teslîm bû. Piştre Qazi Muhammed û hevalên wî li Qada Çarçira di 31'ê Adara 1947’an de darve kirin."    ‘LI ROJAVA RUHÊ QAZÎ MUHAMMED Ê YEKÎTIYÊ HEYE    Omemar, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya Komara Kurdistana Mahabat û Rojava û wiha got: "Komara Kurdistanê 11 heman temenê wê hebû. Ev Komara Kurdistanê ji bo Kurdan pir giranbûha ye. Wê demê li 4 parçeyên Kürdistanê rêhevaltî pêş ket. Ev rêhevaltî îro didome. Dema berxwedana Kobanê pêş ket, Mahabad rabû ser piyan. Dema Rêber Ocalan hat revandin, Urmiye, Mahabadê serî hildan. Ruhê yekîtiya neteweyî ya Komara Kurdistanê  ku li Mahabadê hat avakirin, îro li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîn bûye.    GIRÎNG E KURD BIBIN YEK   Oremar bal kişyand ser girîngiya gotina Qazi Muhammed a ji bo yekîtiya Kurdan û got: "Qazî Muhammed gotibû “Bedena min perçe bikin, min bidin ber guleyan û darve bikin jî! dilê min dîsa dibêje Kurdistana min yek perçe ye. Welatek e. Nabe çar perçe. Divê Kurd guh bidin vî dengê li Çarçira û yekitiya xwe ava bikin."    MA / Nacî Kaya – Îdris Sayilgan