Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû 2020-12-17 09:05:35 AMED - Hevserokê Şaxa SES a Amedê Şiyar Guldîken anî ziman ku piştî RTC'yê derbarê derzîkirinê de daxuyanî da, Wezareta Tenduristiyê jî mecbûr maye daneyên şewbê yên Tirkiyeyê aşkere bike. Her wiha Guldîken, da zanîn ku li bajêr rojê testa hezar û 500 kesî pozîtîf dertê.  Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Amedê Şiyar Guldîken, anî ziman ku ji ber tevdîrên qels hejmara pêketiyan zêde dibe û îqtidar jî ji ber aboriyê tenduristiya civakê paşgh kiriye.    Guldîken, bilêv kir ku îqtidar tenduristiya ciakê paşguh kiriye. Guldîken jib o rewşa bajêr a di warê şewba Covîd-19'ê de ev tişt gotin: "Gava di meha Adarê de tevdîr hatin girtin, li bajêr hejmara pêketiyan rojê 95 bû. Paşê piştî tevdîr hatin sistkirin hejmar pir zêde bû. Îro 2000-2500 kesî test kir. Ji vana herî kêm testa hezar û 500 kesî pozîtîf derket. Li gor agahiyên bi dest me dikevin, rojê herî kêm 7-10 kes jiyana xwe ji dest didin. Piştî tevdîran di 7-8 mehan de hezar û 400 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn û 17 kedkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dan."    DERZIYA ŞEWBÊ Û PÊKETΠ   Guldîken, anî ziman ku li Tirkiyeyê hema bibêje li tevahiya bajaran şewb pir zêde bûye û îro roj werê bûye ku Wezareta Tenduristiyê nikare hejmara pêketiyên veşêre. Guldîken, sedema vê yekê jî bi vî awayî bilêv kir: "Berê rojê hejmara nexweşan 5 hezar bû. Lê çi bû ku hejmara pêketaiyan bû 30 hezar. Heger li arşîvên Tenduristiya Gel a Tirkiyeyê bê nihêrîn, dê bê dîtin ku di meha Kanûn û Çileyê de jî pêketî hene. Em vê ji bijîşkên malbatê dizanin. Di navbera daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) û Tirkiyeyê de ferq hene. Ev yek nîşan dide ku ev dane hatine manîpulekirin û hikûmet welatiyên xwe xapandiye. Li Tirkiyeyê hejmara giştî ya nexweşan li dor 500 hezarî bû, lê çima niha milyon û 700 hezar derbas kiriye? Piştî ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê daxuyand ku dê li gor hejmara pêketiyan a welatan derziyan bidin, wezaretê jî hejmara nexweş û pêketiyan kir yek û aşkere kir. Yan na wê nikaribûna derziyan bigirin. Ji lewra ev meseleyeke global e. Lewma ev hejmar aşkere kirin. Lê binêrin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hin raporan aşkere dike. Li gor van raporan hejmara pketiyan û miriyan a li Stenbolê ji ya teahiya Tirkiyeyê zêdetir in."    Guldîken bal kişand ser nîqaşên derbarê derziyên Tirkiyeyê de jî û bilêv kir ku navenda wan a giştî û Desteya Zanistê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi hev re dixebitin û dê di nêz de di vî warî de daxuyaniyekê bidin.    BANGAWAZΠ   Guldîken, anî ziman ku heya niha kedkarên tenduristiyê daxwaza çi kiribin an jî hikûmetê çi soz dabin bi cih nehatine û hîn jî di peydakirina maske û amûrên parastinê de zehmetiyê dikişînin. Guldîken, destnîşan kir ku welatî divê hay ji mesafeya fizîkî, paqijiyê û bikaranîna maskeyan hebin û ji bo tevdîran jî hikûmet divê tevdîrine hîn baştir bigire.     MA / Ergîn Çaglar