Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121 2020-12-16 20:10:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 240 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 29 hezar û 718 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 240 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 29 hezar û 718 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 17 hezar û 121 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû milyon û 928 hezar û 165.