Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir 2020-12-16 15:43:51   STENBOL – Komeleya Lêkolînên Kurdî, li ser Youtubeyê dest bi perwerdeya kurdî kir.       Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê, li ser Youtubeyê dest bi dayîna perwerdeya bikurdî kir. Komeleyê li ser qenala xwe ya Youtubeyê ku bi kar tîne (Estîtuya Kurdî ya Stenbolê, link) beşa perwerdeyê ya yekemîn weşand û alfebeya kurdî vegot. Wê di rojên pêş de jî komele ji hêsanbûnê ber bi zehmetiyê ve beşan biweşîne û pêşkêşî kesên ku dixwazin hînê zimanê kurdî bibe bike.