ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan 2020-12-16 14:23:31   STENBOL - ÎHD û OHD bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Abdullah Tûran û destnîşan kirin ku pêwîste Tûran tavilê were berdan û ew ê derbarê nexweşxaneya tedawiya wî asteng kiriye de jî gilî bikin.   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo Abdullah Tûran ê girtiyê nexweşê giran e û nexweşîna felcê û dil pê re heye civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya ÎHD’ê pêk hat. Parêzvanên mafê mirovan û malbata Tûran beşdarî civînê bûn.   Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî diyar kir ku meseleya girtiyên nexweş meseleya herî bingehîn a girtîgehan e û girtî di nav çar dîwaran de terkî mirinê hatine kirin.   'BILA WERE BERDAN’   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Mehmet Acettîn jî destnîşan kir ku li gel Saziya Tiba Edlî raporek daye û xwestiye Tûran girtî nemîne jî lê dîsa jî li gel vê rewşa giran nayê berdan û rewşa wî y giran xetereyê bi xwe re tîne. Acettîn got ji bo Tûran were berdan serî li dadgehan hatiye xistin lê daxwaz hatiye redkirin. Acettîn anî ziman ku dewlet ji jiyana girtiyan berpirsiyar e û pêwîste Tûran were berdan û tedawiya were kirin.   BANGA BERDANÊ DIKE   Bavê Tûran, Mehmet Zaît Tûran jî destnîşan kir ku kurê wî girtiyek nexweş ê giran e û di rojên dawî de rewşa wî giran bûye û banga berdana lawê xwe kir.   DÊ GILIYÊ NEXWEŞXANEYÊ BIKIN   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Esra Erîn jî destnîşan kir ku Abdullah Tûran tevî ku rapora wî ya were berdanê heye jî lê dîsa nayê berdan û girtîgeh ji bo tedawiya Tûran cihek ne guncav e. Erîn anî ziman ku Tûran ê li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin ji xestê derxistine û birine girtîgehê û ew ê derbarê vê nexweşxaneya tedawiyê asteng kiriye de gilî bikin.