Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek 2020-12-16 10:58:18 ENQERÊ - Dayika Aştiyê Xetîce Ay li dijî rageşîya li Başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê kir û got pêwîstî bi yekîtiyê heye. Dayika Aştiye Munîbe Yilmaz jî banga yekîtiyê kir û got: "Em nebin yek em ê herin yek bi yek."   Rageşîya li Herêma Kurdistana ya di navbera PDK û PKK’ê de berdewam dike. Li dijî rageşiyê heya niha gelek deng bilind bûn lê PDK’ê di roja 13’ê kanûnê de li gundê Sêgirkê ya girêdayî Amediyê êrişî yekîneyek HPG’ê kir. Piştî vê êrişê nerazîbûn zêde dibin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane li dijî rageşiya li Başûr derketin û banga yekîtiyê kirin.   ‘DIVÊ EM TEQEZ BIBIN YEK’   Hatîc Ay a Endama Meclîsê Dayikên Aştiyê ye, di sala 1994'an de ji ber zilma li wan hatiye kirin koçî Enqereyê kiriye. Ay dibêje êşa wê kişandiye nikare ji bîra bike û bînez ziman û êş û elemen kişandiye nivîsandiye û bi rêya kilamên dengbêjî ji neviyê xwe re parve dike. Ay anî ziman ku gelê kurd gelek êş û eleman dîtiye û got: "Gelê kurd gelekî bindest û mezlûm e. Divê em teqez bibin yek."   'ENCAMA SIYASETA QIRÊJ E'   Ay anî ziman ku rageşiya li Başûrê Kurdistanê lîstikek siyasetek qirêj e û got: “Herdu hêz jî kurd in. Em yek in divê Barzanî rûnê û bi fikire. Zimanê me, çanda me yek e. Heqê ti kesî nîne komkujî bike. Her kes dikare bersiva êrişê bide.”   'RAGEŞÎ BI TILIYA TIRKIYÊ PÊK TÊ’   Ay şerê navbera hêzên kurd ên berê qewimîne bi bîr xist û wiha domand: “Di wan şerên qewimîn de ti kes bi ser neket. Ev rageşî jî bi tiliya dewleta tirk çêdibe. Pêwistiya me bi yekîtiyê heye. Em dayîk zilmê qebûl nakin, me gelek zilm dît. Bila Barzanî bila gava xwe paşve bikişîne. Divê em niha ji bo yekîtiya netewî di nav tevgerê de bin. Em êdî aştiyê dixwazin. Êdî bila gelê kurd ji wekî mirovên dinyayê bijî.”   'DESTÛRÊ NEDIN KOMKUJIYAN’   Ay di dawiya axastina xwe de çalakiya Dayikên Aştiyê ku laçikên xwe diavêjin erdê bi bîr xist û wiha got: “Dema me çarikên xwe diavêtin erdê şer radiwestiya. Em niha diavêjin erdê jî lê şer ranaweste. Bila dayik hemû li dijî vî şerî bibin yek û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Bila destûrê nedin komkujiyên nû.”   'BILA BIRAKUJÎ ÇÊNEBE'   Munîbe Yilmaz a Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê jî 40 sal in ji Erdexanê koçî Enqerê bûye. Yilmaz jî bal kişand ser şerê birakujiyê û wiha got: “Şerê birakujiyê ne baş e. Dayik şer naxwazin. Şer derkeve wê zilm zêde bibe, bira wê bira bikuje. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin ku kurd neyên leyîstokên ti kesî. Birêz Mesût Barzanî bi xwe gotiye ‘Me şerê di navbera kurdan de heram kiriye.’ Baş e, çi hat guhertin? Çima we niha biryara şer da ye?" Yilmaz bang li Mesût Barzanî kir û got: “Nehêlin şêr çê bibe. Li ser masê rûnên û li hev werin, destûrê nedin birakujiyê."   'EM NEBIN YEK EM Ê HERIN YEK BI YEK’   Yilmaz li dijî şerek muhtemel bang li tevahiya dayikan kir ku dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Dayikan gelek êş û eleman kişandine. Ez ê heya dawiya jiyana xwe li dijî şer bisekinim. Ji bo şer raweste eger di oxira wê de pêwiste bike ez ê rihê xwe jî bidim. Wekî helbestvanê kurd Cegerxwîn dibêje ‘Hûn nebin yek, hûnê herin bi yek bi yek.’ Ev gotin di cih de ye. Êdî divê em bibin yek. Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek. Dema em bûn yek wê aştî jî çêbe."