Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir 2020-12-16 10:17:06   EDENE – Polîsan, li Edeneyê bi ser malan de girt û welatiyek binçav kir.   Di çarçoveya lêpîrsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Edenê daye destpêkirin de polîsan serê sibê li Edeneyê bi ser hin malan de girt. Polîsan, di serdegirtinan de deriyê malan şikand û li malan lêgerîn pêkanîn. Piştî lêgerînê polîsan welatiyekî ku navê wî û hinceta binçavkirina wî nehat zanîn binçav kirin. Hat hîn bûn ku welatî birine Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.