Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin 2020-12-16 09:21:12 COLEMÊRG - Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ji 300'î zêdetir kûçik danîbûn çopgeha li derveyî bajêr. Piraniya van kûçikan an ji birçîna yan ji ber nexweşînan an jî ji ber ku wesayît pêl wan kirine, mirine.    Qeyûmê berê yê Şaredariya Colemêrgê ji 300'î zêdetir kûçikên li bajêr biribûn çopgeha li derveyî bajêr. Paşê jî li nêzî çopgehê ji texteyan ji wan re kozik çêkiribûn. Lê belê piraniya kûçkên li çopgehê mirin.    LI DOR 30 HEBÎ MANE    Piraniya van kûçikan, di bin wesayîtan de man û mirin. Hin jê jî ji birçîna yan jî ji ber nexweşînan mirin. Şaredariyê havînê cihê çopgeha bajêr guherandibû û biribû nêzî Erzîkê ya li qeraxa rêya Colemêrg-Wanê ye. Niha li çopgehê li dor 30 heb kûçik mane.    Piştî li bajêr dinya sar bû, kûçikên mayî ji sermana xwe dixin bin zinar û keviran.    Kesekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ev demek heftê 5 rojan tevî zarokên xwe nan û hestiyan ji kûçikan re tîne. Welatî anî ziman ku rewşa kûçikên mayî qet nebaş e û got: "Ev kûçik bi salan e li çopgehê ne. Şaredariyê tenê tiştek kiriye; ji wan re bi textan kozik çêkiriye. Lê ev ne qîm nake. Çêkirina stargehekê ne zehmet e. Kûçik ji birçîna diçin ser rê. Gava diçin ser rê, wesayît li wan diqelibin û dimirin. Gelek jê jî seqet bûne. Ji bo van heywanan em bang li rayedar û heywanhezan dikin."    MA / Gokhan Altay