Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin! 2020-12-16 09:19:12 WAN – Bi hinceta ku 6 meh di ser re derbas bûye, biryara neşopandinê dan kesê ku li ser medya civakî çêrê Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç kiribû. Parêzerê Sarisaç, biryarê bir HSK’ê. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, beriya demekê bi rêya parêzerê xwe giliya kesekî ku li ser hesabê we yê medya civakî jê re gotin gotibûn, kiribû. Di serlêdana ku ji bo giliyê li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hatibû kirin de hatibû diyarkirin ku kesê navborî bi deng û nivîskî heqaret kiriye.   BIRYARA NEŞOPANDINÊ   Dozgeriyê, derbarê serlêdanê de biryara “pêwistî bi şopandinê tuneye” da. Di biryarê de ev tişt hat angaştkirin: “Parvekirina ku ji aliyê gumanbar ve hatiye kirin, di 31’ê çileya 2020’an bûye û nehatiye tespîtkirin ku di nav 6 meh dema gilîkirinê de gilî hatiye kirin.”    ÎTTÎRAZÊ QEBÛL NEKIRIN   Li ser vê biryarê parêzer Sarisaç Bişar Abdî Alinak, serî li 2’emîn Dadgeriya Cezaya Silhê da û biryarê îttîraz kir. 2’emîn Dadgeriya Cezaya Silhê jî di çarçoveya lêpirsînê de bi hincetên “di encama lêkolîna têrker de delîl hatine berhevkirin” , “bi awayekî hincetî wesfa hiqûqî hatiye kirin” û “biryara pêwistî bi şopandinê tuneye di cih de ye” îttîrazê red kir.    BIRYARÊ BIR HSK’Ê    Parêzer Alinak, bi sûcdariya “bi aweyekî bibandor lêpirsîn nekirine û bûne sedema xesar dîtina mafên takesî yê muwekîl” serî li Lîjneya Dozger û Dadgeran (HSK) da û giliya dozgerê ku biryara “neşopandinê” da û dadgeriya ku îttîrazê red kir, kir.    ‘SÛCÊ NE BAŞ BIKARANÎNA PEYWIRÊ’   Alinak, di daxwaznameya giliyê de destnîşan kiriye ku dozger û dadger sûcê “ne baş bikaranîna peywirê” kirine û ev tişt gotiye: “Bêalîbûna dozger û dagerên heyî têk çûye. Em daxwaz dikin ku di encama lêkolîna ku ji aliyê lijneya we ve bê kirin de derbarê dadgerê ku hatiye gilîkirin de destûra lêpirsînê bê dayîn û îxbara wî ji Serdozgeriya Komarê ya têkildarî daxwaznameya me re bê kirin”   MA / Mujdat Can