Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye 2020-12-16 09:18:37 WAN - Mûsa Sertkal û Fehmî Arslan ên li dijî tecrîda Îmraliyê dê bikevin greva birçîbûnê, diyar kirin ku tecrîd dijminê aştiyê ye û heke daxwazên wan neyên pejirandin dê çalakiya xwe veguherînin rojiya mirinê. Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li girtîgehan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 20’emîn de ye. Musa Sertkal û Fehmi Arslan ên ku li Girtîgeha Kandiraya Kocaelî ya Tîpa F a Jimara 1 tên ragirtin û cezayê muebetê yê giran li wan hatine birîn. Sertkal û Arslan ragihandin ku ew ê jî beşdarî çalakiyê bibin.   Herdu girtian jî di 2012’an de li dijî ferzkirina kincên yekreng û tîpên F û di sala 2018’an de jî li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Herdu girtiyan bi malbatên xwe re di têlefonê de axivîn û di derbarê çalakiya hatiye destpêkirin de peyam şandin.   PEYAMA GIRTIYAN   Girtiyan di peyamê bi rêya malbatên xwe şandin wiha gotin: “Li Tirkiyê ji bo aştiyek mayînde û rûmet were sazkirin, me ji bo gelê kurd bedelên mezin dane. Weke girtî û mehkûmên PKK û PAJK’ê, em wekî leşkerên tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd, her çend em di navbêna çar dîwaran de bin jî, her gav peywir dibînin ku têkoşînê mezin bikin. Em carek din dubare dikin ku em ê bi bedêla canê xwe li dijî vê yekê têbikoşin. Tecrîd dîsa li ser mîmarê herî mezin ê aştiyê hat pêşxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemûyan û Tirkiyê hêviya yekane ye ku dê aştî û çareseriyê bîne. Em radigihînin ku em ê tu carî vê tecrîdkirinê qebûl nekin. Em dibînin ku polîtîkayên înkar û tunekirinê yên di tevahiya dîrokê de li ser Kurdan tê meşandin, encamek dernexistiye, serdest dixwazin bi tunekirinê û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan îro vê tunekirinê bidomînin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji agirbesta yekemîn a 20'ê Adara 1993'an û vir ve ji bo aştiyê têdikoşe û 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tevî hemû zextan jî dest ji helwesta xwe ya aştiyane bernedaye. Sepandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dijminahiya aştiyê dike.   BANG PIŞTEVANIYÊ   Em li bendê ne ku hemî raya giştî ya demokratîk li çalakiya greva birçîbûnê ya ku me ji bo şikandina tecrîdê û vekirina rêya aşitiyê daye destpêkirin û hestiyariyê nîşan bidin. Em radigihînin ku heke daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê vê çalakiya greva birçîbûnê veguherînin çalakiyên rojiya mirinê. Em ji hemû aliyan daxwaz dikin ku piştevaniyê bidin çalakiya me ya azadîxwaz, demokratîk û aştîxwaz.”   MA / Mujdat Can