Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye 2020-12-16 09:18:04 COLEMÊRG - Goristana Bêkesan a Colemêrgê, cenazeyê 9 kesan bêyî ku valahî di navbera wan de bê hiştin hatine definkirin. Ji ber vê yekê di hezazeke pêkan de îhtîmal heye ku goristan bi tevahî ji holê rabe. Li Goristana Serê Solan a Taxa Sumbul a Colemêrgê, cihê ku ji bo cenazeyên HPG, YJA-STAR, YPS û YPG’iyan hatibû veqetandin, ev demeke girtî ye. Ji ber vê sedemê cenaze li cihekî din tên definkirin. Ji ber ku kesên li çoltera bajar jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan hêj teslîmî malbatên wan nehatine kirin, lê hatine definkirin ev cih wek Goristana Bêkesan tê zanîn.   Li gorî nimrekirinên ku li ser goran hatine kirin cenaze hê jî radestî malbatên xwe nehatine kirin. Derbarê nasnameya kesên ku tê îdîakirin HPG’iyên rojhilatî jî di nav wan de hene tu agahî nayê zanîn.   DI BIN XETEREYA HEZAZÊ DE YE   Li aliyê din qada ku cenaze lê ne û rêbaza veşartina cenazeyan jî dişibe veşaertina 282 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û li pêyareya Goristana Kilyosê ya Stenbolê hatibûn definkirin. Axa gorên ku tu valahî di navbera wan de nehatiye hiştin tevlîhev bûye. Gorên ku li rasta quntarê çiya hatine çêkirin, di hezaneke pêkan de di bin xetereya ji holê rabûnê de ne. Ji ber ku tu tedbîr nehatine girtin, bi awayekî vekirî tê dîtin ku ji ber barênên ku beriya niha bariyane li beşeke goristinê hezaz çêbûye.