ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-16 09:00:55   * Parêzera feminîst Canan Arin, anî ziman ku têkoşîna her diçe bilindtir dibe wêrekiya jinan zêdetir dike. Arin, diyar kir ku wê mêr ji niha û pê ve nikaribin bi rihetî tevbigerin û got: "Jin, peyama 'madem dewlet naparêze, nexwe em ê xwe biparêzin' didin."    * Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê, di rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampusî ya Xarpêtê de diyar kir ku revîr û sewqên nexweşxaneyan pir bi derengî tên xistin, aktîvîteyên werzîşî ji bolê hatine rakirin, xwarina tê dayîn nebaş e û pirtûkên kurdî nadin girtiyan.    * Pisporê sendîkayê Alpaslan Savaş, ji bo tespîtkirina meaşê kê diyar kir ku nîqaşa sereke ya di warê meaşê kêm de ne hejmar in, divê di vî warî de karker xwedî gotin bin û ev yek di çarçoveya mafê wan ê grevê de bê kirin.    * Amediyan bal kişand ser meaşê kêm û ji bo hejmara tê gotin diyar kirin ku bawer nakin meaşekî li gor dilê wan bê diyarkirin.    * Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ji 300 zêdetir kûçik danîbûn çopgeha li derveyî bajêr. Piraniya van kûçikan an ji birçîna yan ji ber nexweşînan an jî ji ber ku wesayît pêl wan kirine mirine.    * Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJ'ê Delîla Suham Şingalî, destnîşan kir ku pêdiviya wan êzidiyan bi hikûmeta Iraq û PDK'ê tune ye û bal kişand ser xweseriya Şingalê.    * Goristana Bêkesan a Colemêrgê, cenazeyê 9 kesan bê ku valahî di navbera wan de bê hiştin hatine definkirin. Ji ber vê yekê di hezaneke pêkan de îhtîmal heye ku goristan bi tevahî ji holê rabe.   * Mûsa Sertkal û Fehmî Arslan ên dê li dijî tecrîda Îmraliyê bikevin greva birçîbûnê diyar kirin ku tecrîd dijminahiya aştiyê ye û heke daxwazên wan neyên pejirandin dê çalakiya xwe veguherînin rojiya mirinê.   * Bi hinceta ku 6 meh di ser re derbas bûye, biryara neşopandinê dan kesê ku li ser medya civakî çêrê Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç kiribû. Parêzerê Sarisaç, biryarê bir HSK’ê.   * Heyeta ku Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk di nav de hene wê serdana esnafên navçeya Elkê ya Şirnexê bikin. (11.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, derbarê rewşa girtiyên nexweş Abdûllah Tûran de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)    * Dev Turîzm-Îş, derbarê hevdîtinên biha asgarî de li ber Operaya Sureyya ya li Kadikoyê daxuyanî bide. (14.00)