Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin 2020-12-15 14:27:18 STENBOL –  Di doza Redhackê de dadgehê ji bo ku mutalaa bê amadekirin dosyayê ji dozger re şand û danişînî taloq kir.    Li Stenbolê, ji ber ku têkildarî pevnivîsên postaya elektronîn ên Wezîrê Darayî yê Berê Berat Albayrak nûçe çêkiribûn, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” , “astengkirina pergala înformatîkê” û “ tunekirina daneyan” doz li rojnameger Tûnca Ogreten, Mahîr Kanaat, Derya Okatan, Omer Çelîk, Eray Sargin û Metîn Yoksû hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 29’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin.    XWEST BÊN CEZAKIRIN   Danişîna ku rojnameger Mahîr Kanat û Tûnca Ogreten tevlî bûn de parêzer jî lê amade bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir. Destpêkê parêzerê Berat Albayrak xwest ku bersûc bên cezakirin.    DAXWAZA BERAETÊ KIRIN    Piştî parêzerê Albayrak, rojnameger Mahîr Kanat û Tûnca Ogreten û parêzerên xwe jî mafê axaftinê girtin û parastinê kirin. Parêzeran daxwaz kir ku biryara şertê kontrola edlî ya derbarê wan muwekîlê wan de bê rakirin. Her du rojnamegeran jî xwestin ku darizandina wan bi dawî bibe û bên beraetkitin.    DOSYA JI DOZGER RE HAT ŞANDIN   Dadgehê, piştî navbereke kurt daxwaza parêzerên wan a şertê kontrola edlî red kir û ji bo ku mutalaa bê amadekirin dosyayê ji dozger re şand û danişînî taloqî 5’ê gulana 2021’an kir.