Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin 2020-12-15 13:52:23   STENBOL – Danişînên doza derbarê kampanyaya Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê de hatibû vekirin hat taloqkirin.   Bi boneya piştevaniya kampanyaya Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, doz hatibû vekirin. Derbarê rojnamevan Can Dundar û Midurê Karên Nîvîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya bi îdiaya “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna 15’emîn a doza Dundar û Kizilkaya li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.   Dundar û Kizilkaya beşdarî danişînê nebûn. Parêzerê Kizilkaya, Ozcan Kiliç beşdarî danişînê bû.   Dadgehê danişînê taloqî 4’ê adara 2021’an kir.   TALOQÎ HEMAN DÎROKÊ HAT KIRIN   Li heman dadgehê danişîna 17’emîn a doza gerînendeyên Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Zana Kaya û Midurê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle tên darizandin hat lidarxistin. Aykol, Kaya, Kizilkaya û Dîcle beşdarî danişînê nebûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç li danişînê amade bû. Dadgehê vê dozê jî taloqî 4’ê adara 2021’an kir.