Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike 2020-12-15 13:14:02   ENQERE – Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got Tirkiyê komkujiya li ser civaka êzidî şermezar nekiriye. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, DAIŞ’ê şermezar kir.   Di hevdîtinên budçeyan ya li Desteya Giştî ya Meclîsê de nîqaşên navbera HDP’ê û AKP’iyan berdewam dikin. Di hevdîtina budçeya Wezareta Karên Derve de di navbera HDP’ê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû de li ser komkujiya DAIŞ’ê bir ser civaka êzidî ya di sala 2014’an de nîqaş derket.   Feleknas Ûca ya ji Karûbarên Polîtîkaya Derve Berpirsiyar û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê di axaftina xwe de komkujiya DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî di sala 2014’an de pêk anî bibîr xist û wiha got: “Li Şengalê hêj gorên komî derdikevin holê. Ez ji Çavûşoglû re dibêjim. Komkujiya DAIŞ’ê têr nekir, Tirkiye jî piştî wê komkujiyê rabû û 6 caran Şengalê bombe kir. Hêj Rojava û Şengal di bin tehdîtê de ye. Ez dixwazim ji we bipirsim. Hûn ji civaka êzidî çi dixwazin? Êzidiyan çi ji we kiriye?”   ‘NE YEZÎD, ÊZIDÎ’   Çavûşoglû bersiva Ûca da û got: “Bi rastî jî dixwazin ji birêz Parlamenter Feleknas Ûca pirsek bipirsim. Hûn dizanin niha Yezîdî li Sîncarê çi dikişînin?” Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Atîlla Sertel mudaxileyî gotina “Yezîdî” ya Çavûşoglû kir û gotina wî rast kir û got: “Birêz Wezîr, ne Yezîdî, Êzidî.”   UCA: JI MIN RE QALA ÊŞA ÊZIDIYAN NEKIN   Ûca bersiva Çavûşoglû da û got: “Birêz Wezîr ji kerema xwe ji min re behsa civaka êzidî nekin ku çi dikişînin. Çimkî ez yek ji ewladê wê civakê me. Heta roja îro kesî civaka êzidî neparast. Êzidî dixwazin xwe bi xwe biparêzin. Ev jî mafek bingehîn e. Ez gelek caran çûme Şengalê û dizanim çi li wir diqewime.”   Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî tevlî nîqaşê bû û destnîşan kir ku Tirkiyê komkujiya li ser civaka êzidî şermezar nekiriye.   Li ser vê yekê Çavûşoglû hêj rabû û DAIŞ’ê şermezar kir.