‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’ 2020-12-15 12:16:18 ÊLIH – Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz bertek nîşanî rapora “Şaredarî û Xizmeta ji Terorê Hatiye Paqijkirin” a Wezareta Karên Navxweyî da û diyar kir ku bi vê raporê dixwazin nelirêtî û fihêlên qeyûman veşêrin û pêşî li nelirêtiyê vekin. Wezareta Karên Navxweyî rapora bi navê “Şaredarî û Xizmeta ji Terorê Hatine Paqijkirin” amade kir û şaredariyên HDP’ê niha qeyûm danîne ser hedef nîşan da. Wezaretê deynên qeyûman ji nedîtî ve hat. Yek ji van şaredariyên di hedefa Wezafetê de ne jî Şaredariya Êlihê ye. Qeyûmê ewil Şaredariya Êlihê di bin deyn de hiştibû. Piştî ku Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz di adara 2019’an de hatin bijartin xwestin deynên qeyûman biqedînin. Lê hêj ev deyn neqediyabû Wezaretê di adara 2020’an de waliyê Êlihê wek qeyûm danî şûna Demîr û Korkmaz. Niha deynê şaredariya Êlihê bi giştî 307 milyon 328 hezar û 305 TL ye.   Piştî Demîr û Korkmaz ji wezîfeyê hatin girtin, piştî demekê Hevşaredar Mehmet Demîr hat girtin û hêj girtî tê darizandin.   ‘ME 82 MILYON DEYNÊ QEYÛM DA’   Di vê rapora Wezaretê de karûbarên hatine nîşandan hemû xizmet û xebata rûtîn a şaredariyê ye, lê wek ku tiştek nû be hatiye nîşandan.   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wî bertek nîşanî rapora Wezaretê da û got di raporê de karûbarên rutin ên divê werin kirin hatiye nîşandan. Korkmaz anî ziman ku roja ew hatine ser kar û heta roja qeyûm danîne şûna wan ji bo xizmeta xelkê xwe xebitî ne û gelek xebatan birêve birine. Korkmaz da zanîn ku wan di nava salekê de 82 milyon TL deynê qeyûmê berê razandine.   ‘DIXWAZIN FIHÊLÊN QEYÛMAN VEŞÊRIN’   Korkmaz bertek nîşanî pênaseya “ji terorê hatiye paqijkirin” a Wezaretê da û wiha got: “Îqtîdara ku nikaribû bi hilbijartinê şaredariyê qezenc bike, bi dizî û neheqiyê desteser kir. Dema viya dike jî yên hatine hilbijartin terorîze dike. Cezayên teqezkirî yên hevşaredarên me ji wezîfeyê hatine girtin û niha di zîndanê de nîne. Gelek ji wan ji dozên hatin darizandin beraet kirin. Yanî bi hêcetên pûç û vala û bêbinî hatin binçavkirin û tên cezakirin. Gelek ji wan hatin berdan jî. Ev hemû li holê lê dîsa jî hevşaredaran terorîze dikin û dixwazin bi vê yekê xwe rewa bikin. Ev rapor rapora veşartina fihêlên qeyûman e. Li tu deverê rastiya qeyûman nîne. Dixwazin qeyûman rewa û hiqûqî bikin. Lê belê gelo dizî û neheqî tê rewakirin? Xelkê me dizane çi çiye. Bi vê raporê dixwazin nelirêtiyên qeyûman veşêrin û pêşî li nelirêtiyê vekin.”   MA / Fethî Balaman