Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe 2020-12-15 09:14:11 EDENE – Parêzer Ozgur Yakût, gava tevî muwekîlê xwe diçe Midûriyeta Polîsan a Edeneyê û wextê îfadeyê ji polîs dipirse, polîs heqaretê lê dike û bi ser wî de diçe ku lêbixe.  Parêzer Ozgur Yakût, ji bo kar û barên îfadeyê tevî muwekîlê xwe diçe Midûriyeta Şaxa Narkotîkê ya Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Lê belê li midûriyetê polîsek heqaretî wî dike û bi ser wî de diçe ku lêbixe.    Yakût, anî ziman ku ew û muwekîlê xwe ji bo îfadeyê çûne midûriyeta polîsan û li eywanê sekinîne. Yakût, bilêv kir ku piştî pir sekinîne rabûye ji polîsekî pirsiye ku dê karê îfadegirtinê kengî dest pê bike.    Yakût, diyar kir ku polîs kiriye carewar û jê re gotiye: "Rûnê, gavekî din ê gazî we bikin." Yakût, anî ziman ku piştî vê wî ji polîs re gotiye bi deba devê xwe zanibe, lê belê vê carê polîs jê re gotiye "Huş be ûlan, rûnê li cihê xwe. Tu yê çi bikî, he? Lawê min ji te re dibêjim rûnê, ji xwe re zilam e. Bêede, rûnê li cihê xwe" û bi ser wî de hatiye ku lê bixe.    Yakût, anî ziman ku di wê kêliyê de polîsên din ji wî polîsî re gotine "ev parêzer e" û gava werê gotine polîsê din zûzûka ji wir çûue û paşê hatiye dawa lêborînê kiriye û polîsên ji jî hevalê xwe parastine û gotine: "Wî gotiye qey tu welati yî."    GILÎ KIR   Parêzer Yakût, bilêv kir ku wî jî gotiye: "Çi heqê we heye hûn li welatiyan werê dikin? Ji min re gotin, 'Em ji serê sibê heya êvarî bi mirovên cirnexweş re bilî dibin.' Uzra wî ji qebeheta wî xirabtir e. Min got, tu ne qebedayî ye, tu karmend e. Ev bûye nîşan dide ku bê polîs bi çi awayî nêzî welatiyan dibin."   Yakût, anî ziman ku serî li dozgeriyê daye û giliyê polîsê ku heqaret lê kiriye û xwestiye lê bide.    MA / Hamdûllah Kesen