Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê 2020-12-15 09:08:35   EDENE – Gardiyanan Cuneyt Gul ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê di hucreya yekkesî de tê girtin, di nav 4 mehan de 2 caran derp kirin û derbarê wî de lêpirsînên dîsiplînê dan destpêkirin. Parêzer Gul, giliya gardiyanên ku Gul derp kirine û gegê li xwarinê kir.    Tundî û binpêkirineke din a mafan li tundî û binpêkirinên mafên ên li hemberî girtî û hikumxaran zêde bû. Hat diyarkirin Cuneyt Gul ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê di hucreya yekkesî de tê girtin, di nav 4 mehan de 2 caran ji aliyê gardiyanan ve hatiye derpkirin û gef lê hatiye xwarin. Êrîşa destpêkê di 5’ê tebaxê de li hemberî Gul pêk hat. Ji berk u jimartina li ser piya qebûl nekiriye gardiyana ew derp kiriye û derbarê wî de lêpirsîna dîsiplînê dane destpêkirin.    DERPKIRINA DUYEMÎN    Hat ragihandin ku di 1’ê kanûnê de gardiyanan Gul ji hucreya wî girtine, birin odeya rêveberiyê û li vir careke din Gul derp kirine, gef lê xwarine û heqaret lê kirine. Di encama vê derpkirinê de Gul ji gelek deverên laşê xwe birîndar dibe û ew radikirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ispartayê. Piştî tedawiya ku li nexweşxaneyê tê kirin careke din wî vedigerînin girtîgehê.    PARÊZERÊ GILÎ KIR   Parêzerê Gul Ozgur Yakût, di 11’ê kanûnê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Ispartayê da û ji ber derpkirin, gefxwarin û heqareta li Gul, bi sucdariya “îşkence, bikaranîna nebaş a peywirê, gef û heqaretê” giliya gardiyanan kir. Parêzer Yakût, diyar kir ku hê hîn nebûne piştî gilîkirina wan serdozgeriyê derbarê gardiyanan de lêpirsîn daye destpêkirin an na. Yakût, da zanîn ku beriya niha jî ji ber îşkenceya ku li muwekîlê wî hatiye kirin, giliya gardiyanan kiriye û ev agahî dan: “Beriya niha îşkence li Cuneyt Gul hat kirin. Hê jî bersiva giliya me ya ji bo vê îşkenceyê nehatiye dayîn. Ji ber ku min qala rewşa Cuney Gul kir, ji aliyê dozgeriyê ve hedef hatim nîşandan û hevdîtinên min ên pê re hatin astengkirin. Beriya niha ji aliyê midurê girtîgehê û 4 gardiyana ve ketine min a girtîgehê hat astengkirin. Piştî me ev astengî bir dadgehê û dev ji vê astengiyê berdan. Em dixwazin ku tundî û zextên li ser Cuneyt Gul bên bidawîkirin û ji hucreya yekkesî bê derxistin.”   ‘GIRTIYAN BI RÊXISTIN DIKE’   Yakût, destnîşan kir ku muwekîlê wî ji roja ku hatiye Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê ve li hemberî wî hem tundiya derûnî hem jî tundiya fîzîkî lê tê kirin û derbarê wî de gelek lêpirsînên dîsiplînê ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lê hatine vekirin hene. Yakût, herî dawî bi lêv kir ku bi hinceta ku girtiyên din bi rêxistin dike muwekîlê Cuneyt Gul ku 17 sal in girtî ye di hucreya yekkesî de tê girtin û xwest gardiyanên ku muwekîlê wî derp dikin û gef lê dixwin bên cezakirin.    MA / Hamdûllah Kesen