Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin 2020-12-15 09:08:00 WAN - Nûnerên komeleyên mafê mirovan diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin her aliyan û partiyên muxalefetê eleqedar dike û bang li muxalefetê kirin ku ku bibin “dengê hevpar” ên girtiyan. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin. Greva birçîbûnê bi koma 4’emîn di roja 19’emîn de didome.   Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mûrat Melet û Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê Kudret Temel banga xwedî derketina daxwaza girtiyan kirin.   ‘TUNDIYA FIZÎKÎ Û DERÛNÎ DIDOME’   Mûrat Melet diyar kir ku li girtîgehan sepan û helwesta kêfî heye û rêveberiyên girtîgehan hiqûq dane aliyekî û li gorî serê xwe tevger dikin. Melet anî ziman ku rewşa girtîgehan her ku diçe xerab dibe û got: “Li girtîgehan hem tundiya derûnî û hem jî fizîkî zêde dibe. Li dijî van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, îqtîdar sê meymûnan dileyîze.”   MUXALEFETÊ REXNE KIR   Melet destnîşan kir ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul tiştên li girtîgehan diqewimin ji nedîtî ve tê û got: “Ji partiya sereke ya muxalefetê bigire heta partiyên din ên muxalefetê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dengên bi rêkûpêk dernexistine. Li girtîgehan însan terkî çarenûsa xwe hatine kirin. Gelek pirsgirêk hene lê çareserî nîne. Girtî ji bo ku li dijî van sepanên kêfî û binpêkirinên mafê xwe derkevin serî li rêbaza greva birçîbûnê dan.”   ‘PÊWÎSTE OCALAN WERE AZADKIRIN’   Melet anî ziman ku pêwîste ji bo çarserkirina pirsgirêka kurd tecrîda li ser Ocalan were rakirin û wiha got: “Pêwîste Girtîgeha Îmraliyê were girtin û Ocalan bigihîje azadiya xwe. 8 hezar girtî dixwazin tecrîd were rakirin. Ev di heman demê de daxwaza hevpar a tevahiya civakê ye. Divê em wek parêzvanên mafê mirovan bibin dengê çalakgerên greva birçîbûn. Divê pirsgirêkên li girtîgehan demildest werin çareserkirin û binpêkirina mafan were qedandin. Heke daxwaza girtiyan neyê pêşwazîkirin wê rewşa li girtîgehan xerabtir bibe. Divê Meclîs were gel hev û lazime li van metirsiyên siyasî deyne aliyekî û rewşa girtîgehan baş bike. Heke li girtîgehan kesek canê xwe ji dest bide em ê hemû bibin berpirsyar.”   ‘EM HEMÛ BI HEV RE DENG DERXIN’   Melet di serî de bang li rêxistinên civakî yên sivîl û tevhiya partiyên muxalîf û aliyên têkoşîna mafên mirovan birêve dibin kir û got: “Em bang li van aliyan dikin ku deng derbixin. Ev pirsgirêk êdî pirsgirêka hevpar a civakê ye. Em ji bo vê kêşeya hevpar bibin dengek hevpar û dikarin wisa çareseriyê bînin. Tenê deng derxistina çend saziyan têrê nake.”   ŞERTÊN LI GIRTÎGEHAN XERABTIR DIBIN   Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Kudret Temel jî bal kişand ser pirsgirêkên wek xwarin, paqijî û bêhnvedanê yên ku girtiyan pê re rûbirû mane û li girtîgehan xwarina ji bo kesekî didin 6 kesan. Temel anî ziman ku li girtîgehan pirsgirêkên mezin rû didin û ji her cûre mafên xwe bêpar dimînin.   'DIVÊ DAXWAZÊN GIRTIYÊN WERIN PEJIRANDIN’   Temel destnîşan kir ku li gel kêşeyên li girtîgehan tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî didome û wiha got: “Girtiyên nexweş û extiyar jî di nav de ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Beriya niha jî ji bo rakirina tecrîdê çalaki li dar xistibûn. Dema greva birçîbûnê dirêj didomin, dibe sedema mirin girtiyan. Em li hember malbatên girtiyên jiyana xwe ji dest didin pir şermî ne. Em wek komele ji bilî bangkirinê tiştek ji destê me nayê. Em dixwazin daxwazên girtiyan werin pejirandin û grevên birçîbûnê werin bidawîkirin. Heke li girtîgehan tecrîdkirin bidawî nebe wê girtîgeh bibin goristan.”   MA / Ozlem Yayan