HDP’ê ji bo kongreyê bang kir 2020-12-14 15:50:25 COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, ji bo tevlîbûna xebata pêvajoya 3'emîn Kongreya xwe ya Awarte ku wê di çileya 2021'an de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê, derbarê 3'emîn Kongreya xwe ya Awarte ku wê di çileya 2021’an de li dar bixe de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Sînem Seven, di civînê de axivî û xwest ku pêvajoya konreya ku bi dirûşma “Em ê yekitiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin û azadiyê saz bikin” pêk bînin, bi hêz derbas bibe.   Seven, xwest ku gelê Colemêrgê serî li komîsyona kongreyê bidin û wiha axivî: “Ji bo ku rêveberiyeke layiqî gelê Colemêrgê were avakirin em gelê xwe yê welatparêz vedixwînin piştevanî, pêşniyarên xwe pêşkêşkirinê. Ji bo di rêveberiyê de jî cih bigirin vedixwînin ku serlêdanan li komîsyona kongreyê bikin.”