Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan 2020-12-14 14:56:54   ÎZMÎR - Li Îzmîrê, duh bi şev piştî taviya baranê ava behrê rabû. Piştî lehiya rabû 2 kes ber avê ketin û jiyana xwe j idest dan.    Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, duh bi şev, piştî taviya barana zêde ava behrê rabû. Li nêzî Çakallar a di navbera taxên Derekoy û Gorece yên girêdayî navçeya Menderesê, wesayîta ku xwest çem derbas bike, ber avê ket. Ajokarê wesayîtê Engîncan Parlatan (20), Ayhan Alîstrat û Derpa Parlatan (33) ji wesayîta ber avê ket karin xwe xelas bikin, lê Mehmet Aaslan û Sonur Ûyar jiyana xwe ji dest dan.