Bavê Aydenîz hat definkirin 2020-12-14 14:35:16   AMED - Bavê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz Mehmet Reşît Ulku ku di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin.    Bavê Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Mehmet Reşît Ulku (89), di saetên serê sibê de, li mala xwe ya li navçeya Peyas a Amedê, di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Ulku, piştî wacîbeyên olî li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê hat definkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, endamên MYK û PM'ê, rêveber û endamên DBP û HDP'ê û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Hat diyar kirin ku ji ber şewba vîrûsa koronayê, ji bo Ulku konê şînê nehat danîn.