Li Sûrê hilweşîn didome 2020-12-14 14:29:57 AMED - Hat îdîa kirin ku li Taxa Savaş a Sûrê ya ku gelemperiya wê hatibû hilweşandin, bi biryarekê nû hin avahiyên dîrokî jî di nav de gelek avahî hatin hilweşandin.   Xebatên hilweşandinê yên ku piştî pevçûnên di sala 2015’an de li navçeya Sûra Amedê pêk hatibûn didomin. Xebatên hilweşandina ku di bin venêrîna Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê pêk tên de, biryara cihekê din a hilweşandinê hat dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de avahiyên li Kolanên Demîrcîler û Deger ên Taxa Savaş de bi xebatên beriya 2 hefteyan hatine destpêkirin de bi temamî hilweşandin. Hin avahiyên ku esnafan weke depo bikar dianîn hatin hilweşandin û ew qad rast kirin.    ÎDÎA: AVAHIYÊN DÎROKÎ HATIN HILWEŞANDIN   Hat îdîakirin ku li qada hilweşandin lê pêk tê hin avahiyên dîrokî jî hatin hilweşandin. Hat dest nîşan kirin ku kevirên ku ji cihên dîrokî hatin derdixin, bi kamyona hafriyatê ji qadê derxistin. Hat diyar kirin ku ji xwediyê kargeh û malên ku biryara hilweşandinê dane hin pere wergirtine û ligel ku welatiyekî peyman îmze nekiriye jî dikana wî hilweşandine. Nehat zanîn ku li ser cihê hatiye hilweşandin wê çi were avakirin, lê di înîsîyatîfa Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê de ye.    Derbarê avahiyên dîrokî yên li cihê biryara hilweşandinê ji bo wê hatiye dayîn de, li benda Miduriyeta Muza ya Amedê tê rawestandin.