Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da 2020-12-14 12:08:26 AMED - Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê Mehmet Reşît Ulku ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.   Bavê Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz Mehmet Reşît Ulku yê 89 salî di saetên serê sibê de di mala xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.  Cenazeyê Ulku piştî wecîbeyên olî wê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê were veşartin. Hat diyarkirin ku wê ji ber şewba vîrûsa koronayê (kovîd-19) konê şînê neyê vedan.