Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve 2020-12-14 10:56:09   ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê, di daxuyaniya xwe ya derbarê teşhîrkirina tacîzên medyaya civakî, faîlên tundiyê yên Tevgera Metoo’yê de diyar kir ku kesên ku bêdeng bibin ne jin in, faîl in û got: “Ne xewa jinan wê xewa tacîzkeran bireve.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê gotinên Tevgera Metoo (ez jî) yên medya civakî yên  “ji bo ku tu zirarê nedî jineke din tundiya te îfşa dikim” û “bila xewên te birevin, ji bo ku tu bibêjî ez ê kengî werim îfşa kirin” bi etîketa “bila xewên te birevin” tacîzan, faîlên tundiyan teşhîr dike de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi roja ne di bin şahidê tundiya zilam, parvekirinên jinan ên medya civakî ya tacîz û tecawiza li jina tê kirin û wiha got: “Bi piştevanî û rêxistinkirina jinan çalakiya jinan vegerî serhildanê. Bi saya piştevanî û rêxistiniya jinan me careke din dît ku bi deh hezaran jin nav, statûya wan çi bibe bila bibe rastî tundî û tacîza zilaman tên. Li gel vê yekê jinên ku tacîzkaran îfşa dikin dibin hedef, êrîş li wan tê kirin û gef li wan tên xwarin. Em jin dizanin ku çalakiya li dijî tundî, tacîz û tecawiza mêran dane destpêkirin, bi polîtîkayên zextê dixwazin bê îtîbar bikin û bi êrîşên medyaya civakî dixwazin jinan bêdeng bikin.”   BEYANA JINÊ ESAS E   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî tacîz, tecawiz û tundiya mêr li Meclîsê, li kolanan, li malan, li fabrîkayan, li atolyeyan û li her qada ku em lê ne em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi rêgeza ‘beyana jinê esas e’ em ê li dijî polîtîkayên desthilatê yên bêçareseriyê polîtîkaya xwe ya azadbûna jinê biqîrin û li hemberî daraza ku zilamî diparêze êm ê parastina edaleta rast bidomînin.”   KESÊN KU BÊDENG BIBIN FAÎL IN   Meclîsa Jinan a HDP’ê, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di serî de jinên ku rastî tundiya zilaman tên hemû jin bila bizanin ku em jinên HDP’î li rex we ne. Em ê ji têkoşîna xwe tu car paş ve gav neavêjin û li rex jinên ku li dijî tundiya zilam bêdeng nemînin bin. Kesên ku jinan hedef nîşan didin re vê tiştê dibêjin, kêsên ku bêdeng bibin ne jin, faîl in, ne xewa jinan wê xewa tacîzkeran bireve.”