‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’ 2020-12-14 09:04:01 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî yên ku gotin, wê di hevdîtinên mûçeya kêmane de, ji bo karkeran tu biryarek erênî derneke holê, banga “Mûçeyeke ku karker karibin mîna mirov pê debara xwe bikin” li rayedaran kirin.  Komîsyona Tespîta Mûçeya Kêmane, ji bo ku mûçeya kêmane ya sala 2021’an diyar bike, civîna xwe ya yekemîn, di 4’ê Kanûnê de, li dar xistibû. Komîsyon, wê civîna xwe ya duyemîn sibe 15’ê Kanûnê û ya sêyemîn jî wê di 22’yê Kanûnê de li dar bixe. Partiyên mûxalîf û sendîkayên karkeran, dixwazin ku mûçeya kêmane ji bacayê cuda bê girtin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwaze mûçeya kêmane weke 4 hezar TL, Partiya Gel a Komarê (CHP) 3 hezar û 100 TL û Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî 3 hezar û 800 TL, bê diyar kirin. Nûnerên partiyên siyasî, têkildarî hevdîtinên mûçeya kêmane yên dewam dikin û daxwazên xwe de ev nirxandin kirin.    ‘KARSAZ DURÛTIYÊ DIKIN’   Endama MYK’a Partiya Şoreşger Erdogan Çakmak, bal kişand ser gotinên karsazan ên weke “Dema mûçeya kêmane bê diyarkirin, divê rewşa aboriya welatê me li ber çavan bê girtin” bibîr xist û wiha axivî: “Karsaz, her sal bi heman hêcetan tên rojevê. Lê di rastiyê de divê şert û mercên aboriyê  yên karsazan bên rojevê. Çi dema ku mijar dibe zama mûceya karkeran, rewşa aboriya welat nû tê bîra wan. Şert û mercên şewbê xistina hêcet durûtiye.”   A HERÎ KÊM 8 HEZAR Û 85 TL YE   Çakmak, diyar kir ku mûceya kêmane ya ji bo karkeran tê dayîn, mûceya herî kême û wiha bilêv kir: “Divê em her tim vê yekê bînin bîra desthilatdariyê. Em weke partî, mûceyek karker karibin bi awayekê mirovî debara xwe pê bikin dixwazin. Mûceya karkeran di asta sînorê birçîbûyînê de ye. Em dixwazin 8 hezar û 85 TL ku di sînorê xizantiyê de ye, ji vê kêmtir ji bo karkeran bê dayîn.”   ‘DIVÊ ŞEWB JÎ LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN’   Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê Sema Barbaros jî, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de, karker di şert û mercên pir zor û zehmet de hatin xebitandin û wiha bilêv kir: “Di nava vê pêvajoyê de, nîqaşên mûceya kêmane hatin destpêkirin. Karker, mûçeyeke dibin sînorê birçîbûnê de digirin. Karker nikarin bi vê mûçeyê debara xwe bikin. Her tişt biha bûye. Êdî malbateke ji 4 kesan pêk tê, nikare bi vê mûceya kêmane debara xwe bike. Ji bo ku karker vî mafê xwe bi awayekê her baş bi dest bixin, divê hemû bi hevre têbikoşin. Em dixwazin mûceya kakeran ji bacayê muaf bê girtin.”    ‘DIJMINÊ KARKERAN TENÊ YEK HEJMARE’   Serok Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya Navçeya Kadîkoyê Melîs Akyurek jî, dest nîşan kir ku divê di hevdîtinên mûceya kêmane de, mûceke ku karker karibin pê debara xwe bikin, bê diyarkirin û wiha axivî: “Di dawiya hevdîtinan de, divê daxwaza karkeran bê bi cih anîn. Êdî rewş wisan bûye, dijmînê karkeran tenê di yek hejmarê de veşatiye. Êdî li Tirkiyeyê, sînorê birçîbûna malbatekê ji 4 kesî pêk tê, bûye 8 hezar TL. Em mûçeyekê ku mirov pê debara xwe bikin, pêşniyar dikin.”    MA / Kadîr Guney