'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin' 2020-12-13 17:50:42 ÎZMÎR - Sertaç Kiliçarslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimîne, diyar kir ku heya daxwazên wan neyin qebûlkirin, ewê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin û xwest gel xwedî li daxwazên wan derkevin.   Girtiyê siyasî Sertaç Kiliçarslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar  a Îzmîrê dimîne, di hevdîtina telefonê ya heftane de, binpêkirinên mafan ên dii girtîgehê de tên jiyîn vegotin. Kiliçarslan, diyar kir ku çalakiya wan a greva birçîbûnê dewam dike û ev agahî dan: "Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin, emê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin."   XWEDÎ DEKEVIN   Kiliçarslan, dest nîşan kir ku ewê tu carî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nekin û wiha got: "Êdî dema azadiyê ye. Di salên 2012 û 2019'an de jî, em bi heman daxwazan ketin greva birçîbûnê. Em êdî dibêjin, bila ne tenê tecrîda li ser Ocalan rabe, di heman demê de bila azad bibe. Ger rêberê gelekê ne azad be, ew gel jî bila behsa azadiyê neke. Em vê qebûl nakin. Ger ev dewlet rêberê me berde, wê aştî, azadî û demokrasî çêbe. Em ji bo xwe tiştekê naxwazin. Em ji bo hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, ketine vê greva birçîbûnê. Divê hemû gel jî xwedî vê çalakiya greva birçîbûnê derkevin. Çi bikeve ser milê me emê bikin. Keyf û coşa me pir bilinde."   PANDEKI KIRINE HINCET   Kiliçarslan, bal kişand ser binpêkirin li girtîgehê tên jiyîn jî û wiha bi dawî kir: "Gelek mafên me ji destên me girtin. Hemû qadên me yên civakî girtine û qedexe kirin. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin me. Hinceta nedana rojnameyê weke pandemiyê nîşan didin. Belê raste pandemî heye, lê çima tenê rojnameya Yenî Yaşamê nadin me. Dest danîn ser radyoyên me. Her tim tên odeyên me û lêgerînê dikin. Qaşo pandemî hebû. Wê demê çima tên odeyên me di lêgerînê re derbas dikin. Mafê wan heye her tiştî bikin, lê mafê me tuneye em tiştekê bikin û bixwazin."