ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e 2020-12-13 15:05:42 ENQERE – Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê, di peyama xwe ya têkildarî hefteya mafê mirovan de bal kişand ser mafê mirovan û diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, ji bo 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan  peyameke bi dîmen weşand. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Fatîn Kanat, diyar kir ku bi hincetên pandemî, şerên herêmî û dargirkirina li seranserê dinyayê maf û azadî tên binpêkirin û wiha got: “Di hêla binpêkirinan de Tirkiyeyê li ber welatên din di rewşeke ne baş de ye. Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê jî paşdetir e. Maf û azadî ne ew nirxên ku li gorî kêfa kes û hêzan bên diyarkirin.”