Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin 2020-12-12 17:01:55 AMED - Koma 4’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dewr girt.    Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 15’an de koma 4’emîn dewr girt. Malbatan ragihand ku girtî Vedat Sevîm, Cengîz Oner û Mahmût Yamalak ên ku li Girtîgeha TîpaT a Hejmara 2 ya Bunyana Kayseriyê dimînin, weke koma 4’emîn di roja 16’ê de çalakiya grevê didomînin.