2 cenaze bi şev defin kirin 2020-12-12 15:19:14   BEDLÎS - Malbatan piştî çend mehan cenazeyê Denîz Îbrahim Tek û Şefik Korman ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn wergirtin û li Bedlisê şev nîvê şevê defin kirin.    Li Çiyayê Ananosê yê Navçeya Hassa ya Hatayê di 22'e Tebaxê de endamê HPG'ê Şefik Korman di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê pişti çend meh şûnde cenazeyê kurê xwe girtin û li taxa Çitakê yê Norşîna Bedlisê şevê din derengê şevê li Goristana Kanîreşê defin kirin. Malbatê piştî testa DNA aşkere bû, dun ji saziya Tipa Edlî ya Edeneyê girtin û di saetên şevê de defin kirin.    CENAZEYÊ TEK LI TETWANÊ DEFIN KIRIN   Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê jî diu 25'ê Tîrmehê de endamê HPG’ê Îbrahim Deniz Tek di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê wî li goristana bêkesan a Wanê defin kiribûn. Piştî malbatê xwîn da û testa DNA diyar bû, cenazeyê wî girtin û di saetên şevê de li Gundê Ovanisê yê Tetwana Bedlisê defin kirin.