Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir 2020-12-12 13:00:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê Berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir   Îranê Berpirsê Kanala Amadnews a telegramê Ruhulah Zem bi darve kir. Ragihandina fermî ya Îranê vê sibehê ragihandin ku Berpirsê Kanala Amadnews a telegramê Ruhulah Zem hate darvekirin. Berpirsê Kalana Amadnews a telegramê Ruhullah Zem daniştvanê Fransaye. Sala borî serdana bajarê Necef ê Iraqê kir. Li wir ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin. Piştî lêpirsînê şandin dadgehê. Di çarçoveya ‘dijberiya Xwedê’ bi 13 sûcan dihat sûcdarkirin. Li dadgehê Berpirsê Kalana Amadnews a telegramê Ruhulah Zem sûcdariyên li ser tên ferzkirin red kir û ragihand ku rojnamegere û karê ragihandinê kiriye.