Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin 2020-12-12 12:12:57 ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ragihand ku 6 girtiyên nexweş li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê nayên tedawîkirin. Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 327’emîn de çalakiya xwe bi rêya peyamek vîdeoyê li dar xist. Li ser navê Înîsiyatîfê rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û got di serdema şewbê de çûn û hate girtiyan a nexweşxaneyê bêderfet bûye û di her çûne û hatê de girtî 14 rojan di karantînaya giran de tên ragirtin.   LÊGERÎNA TAZÎ   Tûrgût agahiyên derbarê 6 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê Tîpa T ku ji aliyê malbat û parêzeran ve gihandine ÎHD’ê parve kir û wiha got:   “Ferzende Çîçek: Di 7’ê çileya 2020’an de bi sê girtiyan re anîne Trabzonê û dema wan anîne bi lêgerîna tazî re rûbirû mane û ji ber wan qebûl nekiriye îşkence li wan hatiye kirin. Di serî de parçeyên şarapnel hene. Rewşa wî giran e û ew êşê dikişîne. Li Wanê tedawî dîtiye. Lê li gel vê yekê jî wî sewqî Trabzonê kirine û tu tedawiya wî nayê kirin. Nexweşê Hepatit-B ye. Wî di sala 2014an de sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê kirine û rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ danê. Lê hâlbuki nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî. 6 sal in bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû ye û nexweşîna wî girantir dibe.   Nevzat Çapkin: Nexweşê hipertansiyon û kolestrolê ye. Beriya pandemiyê gelek êşên wî hebûn. Hema bêje ji mirinê filîtî. Ewilî anestezi kirin. Piştî endoskopî kirine jî jê re gotine ku mîdeya wî reflû ye û derman jê re nehatine nivîsandin.   DIRANSAZ NÎNE   * Reşît Ûyar: Nexweşê penceşêra prostatê ye û her wiha ulsera mîdeya wî jî heye. Ji ber ulserê ji nişke ve mîdeya wî diêşe û zikê wî hişk dibe. Her wiha tenê du diranên wî jorê mane û divê tedawiya diranên wî were kirin. Lê ji ber ku teknîkerên diran naxebitin, sewqî ji bo nexweşaneyê nayê kirin û jê re gotine li polîklînka diranan jî bijîşkê diranan nîne.   * Ozgur Gurbuz: Nexweşê KOAH’ê ye. Tuberkuloz derbas kiriye, di pişe wî de Bronşektazî çêbûye û heke ev neşîna wî li pêş bikeve divê were emeliyatkirin.   * Îmdat Bîngol: Teşhîsa anemi û bronşîtê danîne ser. Rewşa avhewayê bandorê li ser tenduristiya wî dike. Di hewayên ritûbet de di bêhn girtinê de zehmetiyan dikişîne. Ji bo wî sewqî cihek hewa wê hişk be daxwaz kiriye, ewilî wî sewqî Tekîrdagê û pişt re jî sewqî Girtîgeha Panosê kirine. Lê dereyî riza wî wî sewqî Girtîgeha Trabzonê ku hewa wê ritûbet e kirine.   SEWQA WÎ NEHATIYE KIRIN   * Mahsûn Yuksekbag: Di mîz kêşê û roviyên wî de di asta bilind de îltîhab heye. Bijîşk dermanan dayê lê belê dermanan tesîra xwe nîşan nedaye. Her tim vedireşe. Ji bo kontrole divê biçe dixtor lê ji ber pandemiyê sewqî nayê çêkirin. Di heman qawîşê de S.T. ji ber îltihabê hatiye wê astê ku nikare îdrara xwe bigire Sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û tevî ku derman bikar aniye jî problemên wî tenduristiyê didomin. Îltihaba di îdrar û roviyan de li vê girtîgehê bûye pirsgirêkek giştî. Hatiye ragihandin ku gelek girtî xwedî heman giliyan e.”