Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin 2020-12-12 09:31:35 STENBOL – Doznameya derbarê Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû yê girtî de hat amadekirin, temam bû. Şenoglû di doznameyê bi beşdariya merasîmên cenazeyên di navbera salên 2015 û 2018’an de tê sûcdarkirin. Her wiha mafê dengnekirinê yê li Miduriyeta Polîsan jî wek “helwesta rêxistinî” hatiye nirxandin.    Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) di 8’ê îlonê de operasyon hatibû lidarxistin. Di operasyonê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû jî hatibû binçavkirin û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Doznameya derbarê Şenoglû yê 3 meh in li Girtîgeha Sîlîvrî girtî ne ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat hat amadekirin.   ŞAHID: MIN WÎ LI MIDURIYETA POLÎSAN NAS KIR   Şenoglû li ser îfadeyên vekirî yê bi navê kesê Ender Yalçin hatiye girtin. Di doznameyê de Şenoglû bi beşdariya merasîma cenazeyên di salên 2015 û 2018’an tê sûcdarkirin. Ender Yalçin ewilî dibêje ku Şenoglû nas dike paşê jî dibêje ku ew nasnameya vekirî ya Sedat Şenoglû li Miduriyeta Polîsan hîn dibe.   BEŞDARIYA CENAZEYAN KIRINE SÛC   Beşdariya Sedat Şenoglû ya merasîma cenazeyên Şîrîn Oter û Yelîz Erbay, bîranîna salvegera mirina Suphî Nejat Agirnasli, merasîma cenazeye Îrfan Gerçek wek sûc hatiye nirxandin. Delîliya van sûcdariyan jî wek nûçeyên di çapemeniyê de hatiye nîşandan.   MAFÊ DENGKIRINÊ WEK ‘HELWESTA RÊXISTINÊ’ HATIYE NIÎŞANDAN   Her wiha di dema binçavkirinê ya li Miduriyeta Polîsan de nexwarina xwarinê ya Şenoglû û mafê dengnekirinê wek sûcek “helwesta rêxistinî” hatiye nirxandin.   SÛCDARIYA RED KIR   Şenoglû di darizandina dadgeriyê de sûcdariyên li ser xwe red kir û ESP partiyek siyasî ye û wî di nava ESP’ê de xebatên siyasî birêve biriye û tu eleqeya wî bi kesê navê EEnder Yalçin re nîne.   ‘DOSYE DUBAREBÛYÎ YE’   Parêzera Şenoglû, Gulîzar Tuncer destnîşan kir ku naveroka doznameya hatiye amadekirin vala ye û doseya dozê dosyeyek dubarebûyî ye. Tuncer got miwekîlê wê Şenoglû li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Stenbolê bi heman îdia û sûcdariyan ne girtî ji dosyeyek din tê darizandin û amadekirina du dosyeyan ji heman sûcan li dijî rêbaz û hiqûqê ye. Tuncer got ew ê daxwaz bikin ku her du dosyeyan bikin yek.   DANIŞÎNA EWIL DI 26’Ê ÇILE DE YE   Doznameya derarê Şenoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 36’emîn a Stenbolê ve hat pejirandin. Danişîna ewil a dozê dê di 26’ê çileya 2021’an de were lidarxistin.   MA / Erdogan Alayûmat