‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin' 2020-12-12 09:08:41 COLEMÊRG - Selîm Kegî yê girtî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê got: "Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin û bi awayekî fizîkî azad nebe, em ê paş de gav navêjin û dê têkoşîna me dewam bike."   Li girtîgehan girtî ji 27'ê Mijdarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Niha koma çarem di greva birçîbûnê de ye. Salîm Kegî ku di Girtîgeha Antalya ya Tîpa L'yê de ye û di koma duyem a greva birçîbûnê de cih girt, bi rêya malbata xwe peyamek şand û di peyama xwe de diyar kir ku heya tecrîda ranebe dê têkoşîna wan dewam bike.    Kegî, di 2017'an de li navçeya Gever a Colemêrgê hatiye girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "ewraqên sexte" 21 sal ceza lê hatiye birîn. Kegî, niha di Girtîgeha Antalya ya Tîpa L'yê de ye. Gava Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 7'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribû û paşê çalakiya greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehan belav bûbû, Kegî jî ketibû greva birçîbûnê û 119 rojan di grevê de mabû.    AZADIYA OCALAN    Hefteya borî Kegî telefonî malbata xwe kiriye û bi birayê xwe Hamît Kegî re axiviye. Kegî, bi rêya malbata xwe peyamek ji raya giştî re şandiye. Kegî di peyama xwe de gotiye: "Armanca vê çalakiya me, ji bo azadiya Ocalan e. Tecrîd li Kurdistanê û li her derî belav bûye. Ev tecrîd gel jî dorpêç kiriye. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Me li dijî vê tecrîda ku azadiya Birêz Ocalan û mafên gelan binpê kiriye, çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe û bi awayekî fizîkî azad nebe em ê paş de gav navêjin û dê têkoşîna me dewam bike. Bedêl çi dibe bila bibe, em amade ne."   BERÊ JÎ TEVLI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÛYE    Hamît Kegî, bang kir ku daxwazên birayê wî û girtiyan bên qebûlkirin û got: "Birayê min berê jî ketibû greva birçîbûnê. Ji ber vê mîdeya wî nerihet bûye. Heger greva birçîbûnê vê carê jî dirêj dewam bike dibe ku girtî jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin tu kes bimire."    Kegî, ji bo hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe re got: "Selîm, got ew jî tên tecrîdkirin. Her wiha got, gava diçin hewdariyê gardiyan şûşe û perçeyên hesinan davêjin wan."    Kegî, anî ziman ku naxwazin zirara bigihê tu girtiyî. Kegî, diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19'ê nikarin hevdîtinê pêk bînin û got: "Demildest divê çareyek bê dîtin. Berî kes jiyana xwe ji dest bide divê ev grev bi dawî bibin û tecrîd bê rakirin. Li girtîgehan girtî pir zehmtiyê dikişînin. Ji bo girtiyên siyasî divê qanûnek bê çêkirin û bên berdan."