ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-12 09:00:42 * Di operasyonên ku ji sala 2015'an heya niha li hemberî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatine kirin de, 16 hezar ciwan hatine binçavkirin. Ji van ciwanan 5 hezar jê hatine girtin. Parlementer Dersim Dagê anî ziman ku dê kes nikaribe bi operasyon, zext, tahde û girtinan pêşî li ber ciwanan bigire.  *  Di rojên dawî de gelê Silêmanî, Hewler û gelek bajarên din ên Herêma Federe a Kurdistanê li dijî polîtîkayên rêveberiya PDK û YNK'ê li kolanan çalakiyan li dar dixin. Rewşenbirên herêmê diyar dikin ku sedema van çalakî û bertekan feraseta hikûmetê ya ku gel ji çandinî û sewalkariyê qut dike û wan fêrî meaş dike û çavkaniyên petrolê pêşkêşî mêtîngeran dike ye.    * Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, derbarê meaşê kêm de axivî û ji bo daxwaza derbarê meaşekî li gor jiyaneke mirovane pêk bê de bal kişand ser têkoşîneke rêxistinbûyî.    * Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Îbrahîm Kasûm, xwest polîtîkayên asîmlasiyonê bi dawî bibin û Serokê CHP'ê yê Dersimê Alî Mûstafa Çelîk jî anî ziman ku terîqat dixwazin xwe bera nav rehikên civakê bidin.    * Selîm Kegî yê girtî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê got: "Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin û bi awayekî fizîkî azad nebe, em ê paş de gav navêjin û dê têkoşîna me dewam bike."   * Li Mêrdînê F.A. 3 sal in nêzî 30 caran bi awayekî bêqanûnî hatiye binçavkirin. Li gel vê polîsan di dema binçavkirinê de li dêya wî jî xistine. Di lêpirsîna hat destpêkirin de derket holê ku roja bûyerê û beriya wê kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin.    * Parlementera HDP'ê Semra Guzel, ji ber ku bi boneya Roja Jinan a Cîhanê kart ji girtiyan re şandine, derbarê wê de fezleke hat amadekirin.    * 10 meh berê li ser rêya Wan-Miksê aşûtek çêbûbû û di aşûtê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê hîn jî li ser rêya navbirî tu tevdîr nehatine girtin. Welatiyên di vê rêyê de diçin û tên diqilqilin.    * Doznameya derbarê Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû yê girtî de hat amadekirin, temam bû. Şenoglû di doznameyê bi beşdariya merasîmên cenazeyên di navbera salên 2015 û 2018’an de tê sûcdarkirin. Her wiha mafê dengnekirinê yê li Miduriyeta Polîsan jî wek “helwesta rêxistinî” hatiye nirxandin.    * Hejmara kovara xêzeroman a qerfî Zrîng a 9’emîn bi manşeta “Kurtçe anliyorûm ama konûşamiyorûm” derket.   * Dayikên Şemiyê, di heftiya 820'emîn de, wê çalakiya xwe ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser medya civakî onlîne li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, wê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" a hefteya 618'emîn, li ser înternetê onlîne li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê, çalakiya xwe ya 455'emîn a "Rûnişta F" li ser hesabê xwe yê medya civakî û li Enqereyê jî di hefteya 327'emîn de, wê li avahiya  Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê çalakiyê li dar bixin. (11.00-13.30)