Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-12-11 20:22:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 226 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 226 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 32 hezar û 106 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 15 hezar û 977 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû milyon û 780 hezar û 673.