Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin 2020-12-11 15:55:40   ÎZMÎR - Ciwanan, Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya Îzmîrê ava  kirin û bang li ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin.   Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya Îzmîrê damezrandina xwe li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi civîna çapemeniyê ragihand. Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG), Meclîsa Ciwanên HDP’ê, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB), Federasyona Komeleyên  Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Tevgera Xwendekarên Sosyalîst (SOH) û Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (DEV-GUÇ) di nava meclîsê de cih girtin. Ciwanan di civînê de pankarta “Ji bo azadiya xwe li dijî faşîzmê bi hevre dimeşin” daliqandin. Li ser navê meclîsê Hasan Benlî diyar kir ku li dijî êrîşên desthilatê rêxistinkirin, têkoşîn û piştevanî pêwîst e û got: “Em dibêjin bi dirûşma ‘Em bi hevre dimeşin’ di rojên pêş de li dijî faşîzmê ji bo azadiya xwe li semtan, lîseyan, kampûsan, kolanan xwe bi rêxistin bikin. Em bang li ciwanan dikin ku di bin banê meclîsa me de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin."