Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê 2020-12-11 09:55:56 ENQERE - Parlamenterên partiyên muxalefetê ku pêşniyazpirsên ku dan Cîgirê Serokkomr Fûat Oktay li wan hatin vegerandin. Pêşniyarpirsên ku arasteyî Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû hatin kirin, bi “kopîkirin-bizeliqîne” bersivê da.   Li Meclîsê derbarê mijarên ku tê xwestin raya giştî were agahdarkirin, nemaze parlamenterên partiyên muxalefetê pêniyarpirsan arasteyî wezîrên pêwendîdar dikin. Lê pêşniyazpirs bêbersiv tên hiştin. Parlamenteran di mehên cotmeh û mijdarê de 26 pêniyazpirs dan Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay. Lê Oktay bi bersiva “ji wezîreta pêwendîdar bipirsin” da parlamenteran.   Pêşniyazpirsên parlamenterên HDP’ê yên derbarê qedexekirina şanoya kurdî, hilweşandina Heskîfê û mafê mirovan de ji van çend pêşniyazpirsên mînak in.   BERSIVA ‘KOPÎKIRIN-BIZELIQÎNE’ HATINE DAYÎN   Dema pêşnyazpirsan didin wezaretên pêwendîdadar jî bi bersivên “kopîkirin-bizeliqîne” tê bersivandin. Parlamenterên HDP’ê çend pêniyazpirsên ku arasteyî Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû kirine, bersivên “kopîkirin-bizeliqîne” hatine dayîn.     MA/ Dîren Yurtsever