Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye 2020-12-11 09:07:53 WAN - Perwerdekaran anîn ziman ku li Wanê ku milyon û 100 hear mirov lê dijîn kursên gelek zimanan hene, lê belê kursek kurdî jî tune ye û ji bo kurdî tune nebe bang li her kesî kirin.  Li Wanê kursên her zimanî hene, lê belê yên kurdî tune ne. Mamosteyên kurdî Elîf Gemîcîoglû û Îkram Îşler, ji bo pêşî li ber vê yekê bê girtin bang li her kesî kirin.     Elîf Gemîcîoglû, diyar kr ku 25 milyon kurd ji perwerdehiya zimanê zikmakî bêpar in û bal kişand ser biêv nevêtiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Gemîcîoglû, destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî heq e û li welatên demokratîk ev yek dewlemendiya welatan dide der. Gemîcîoglû got: "Di 2014-2015'an de li Tirkiye û Kurdistanê kursên kurdî hatin vekirin. Bi hezaran kes serî li van kursan dan. Ev ji bo kurdî pêşketinek baş bû. Lê belê piştî ku kurs hatin girtin, tirsek li kesên hatibûn kursan peyda bû. Ev yek jî kir ku eleqeya ji bo kursên nû kêm bibe."    ZAROK Û ZIMANÊ ZIKMAKΠ   Gemîcîoglû, anî ziman ku kesên bi tirkî nizanin di saziyên fermî de zehmetiyê dikişînin. Gemîcoglû, destnîşan kir ku malbat divê zarokên xwe bi zimanê zikmakî mezin bikin û got: "Heger em rabin di serî de tirkî hînî zarokan bikin, dê serketî bin. Lewma di vî warî de kêmaniyeke mezin a gelê kurd heye. Zarok piştî zimanê xwe yê zikmakî bi rihetî dikarin her zimanî hîn bbin. Lê malbat dibêjin heger zarokên min bi kurdî hîn bibin ma dê li ku derê pê xeber bidin, jixwe çawa be paşê wê hîn bibe. Mirovên biyanî gava tên di çend mehan de hînî tirkî dibin. Lê kurdî ne zimanekî werê hêsan e. Heger di serî de neyê hînkirin paşê zehmet dibe. Hîn bibe jî dê zimanê wan ne zimanekî resen be. Dê bibe zimanê wergerê. Gelê kurd divê hay ji vê rastiyê hebe û zarokên xwe bi zimanê zikmakî mezin bikin."    NIFŞÊN BÊ DIKARIN ZIMAN BIPARÊZIN    Gemîcîoglû, anî ziman ku kurdî zimanekî qedîm e û heger bi vî awayî dewam bike dê emirqut be û dê nifşekî din zimanê xwe ji bîr bike. Gemîcîoglû got: "Ên ziman û çandê biparêzin nifşên bê ne. Bila kes berbayî vê ferasetê nebe û nebêje bila zarokên min pêşî tirkî hîn bibin. Mafê her zarokî ye ku zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Heger ziman tune bibe, em dê û bav em ê ezab bikişînin. Lewma ji niha ve divê em xwedî lê derkevin."    ELEQEYA JI BO KURDÎ   Mamoste Îkram Îşler jî anî ziman ku her diçe eleqeya ji bo kurdî kêm dibe û heger kurs bên vekirin jî dê serlêdan hindik bin. Îşler, bilêv kir ku malbat ji bo zimanên din zarokên xwe dişînin kursan û ji bo van kursan jî pereyekî zêde didin, lê belê heman eleqe ji bo kurdî tune ye.  Îşler got: "Mirov bi pereyan zarokên xwe dişînin kursên îngilîzî, fransî. Lê gava mesele tê ser kurdî, wan naşînin kursên bêpere jî. Lewma êdî divê em zimanê kurdî bikin mecbûrî û wekî pêdiviyekê esas bigirin. Ji bo eleqeya ji bo kurdî zêde bibe, pêşî divê em ji xwe dest pê bikin."    BIŞAFTIN   Îşler, anî ziman ku malbat bi feraseta "bila zarokên min li dibistanê ne kêmî zarokên din bin" tirkî hînî zarokên xwe dikin û kurdî jîw ekî zimanê duyem an jî sêyem dibînin. Îşler got: "Êdî divê em bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Em zimanê wan ê zikmakî hînî wan bikin. Heger li malê em bi zimanê xwe biaxifin, dê zarokên me jî bi zimanê xwe biaxifin. Wê çaxê dê kurdî wekî pêdiviyekê esas bê girtin. Lê belê niha wekî pêdiviyekê esas nayê girtin. Heger em bi zimanê xwe neaxivin, a rast em xwe dikujin. Heger em xwedî li kurdî dernekevin dê krusên me jî çênebin û wê bi temamî tune bibe."    Îşler bang li gelê kurd kir ku xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derkeve û got: "Em xwedî çand û zimaneke biqîmet in. Hînbûyîn têr nake, divê em taybetmendiyên xwe binirxînin û nû bikin. Di vir de kurdî xwedî erkeke girîng e. Madem zimanê me, nexwe divê em xwedî lê derkevin."