ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-11 09:00:17 * Perwerdekaran anîn ziman ku li Wanê ku milyon û 100 hear mirov lê dijîn kursên gelek zimanan hene, lê belê kursek kurdî jî tune ye û ji bo kurdî tune nebe bang li her kesî kirin.    * Li Dersimê Yasemîn Soylemez ku gava kreşên aydê Cemaeta Fethullah Gulen li bajêr bûn zaroka xwe neşandiye kreşên cemaetê, bang li malbatên elewî kirin ku niha zarokên wan di nav nahpikên kreşên cemaetan de ne û destnîşan kir ku ji bo paşê poşman nebin, bila zarokên xwe ji nav destên cemaetan derxin.    * Aktivîsta TJA'yê Sureya Kilinç diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkan tecrîd e û got: "Bidawîbûna tecrîdê, dê rê li ber aştiya civakî veke."    * Cabbar Alp piştî salên dûr û dirêj ên li bajaran, biryar da ku vegere gundê xwe. Alp, piştî salan vegeriya gundê xwe yê girêdayî navçeya Farqînê. Alp anî ziman ku divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne.    * Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, ji ber şewba Covîd-19'ê dê kursên xwe bi awayekî onlayn bidomîne. Perwerdekarê komeleyê Celal Ekîn bilêv kir ku dê bi bîr û baweriya "huner sînoran nas nake" xebatên xwe yên çand û hunerî bidomînin.    * Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê re 5 sal derbas bûn. Nafiya Kucuk ku di dema qedexeyê de du kurên wê yên xwe li jêrzemînan girtibûn û jiyana xwe ji dest dabûn, behsa wan rojan kir.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li avahiya navenda giştî ya partiyê xwe civîna çapemeniyê li dar bixe.(11.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA), "Rapora Tespîta Rewşa Tundiya Li Dijî Jinê" ya di çarçoveya kampanyeya "Em xwe di parêzin" de amadekiriye, wê li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê di civîna çapemeniyê de, ji raya giştî re aşkere bike. (11.00)   * Şandeya Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, wê li navçeya Hezex a Şirnexê dikandaran ziyaret bike. (11.00)   * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Dersimê, bi boneya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan wê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, wê derbarê bergiriyên divê ku ji bo şewba vîrûsa koronayê bên girtin de, li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * TUAY-DER Çûkûrova, wê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin de, li ber Kampusa Girtîgeha Tarsûsê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)