Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya 2020-12-10 16:22:31   AMED – Hevjîna Îsa Arik ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, diyar kir ku ji ber hevjînê wê bi telefonê li wan negiriyaye li girtîgehê geriyaye û girtîgehê bersivên bi nakok dayê.    Îsa Arik ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, di roja axaftina xwe ya bi telefonê li malbata xwe negeriya. Hevjîna Arik Feleknas Arik ji bo ku rewşa hevjînê xwe hîn bike li girtîgehê geriya û girtîgehê bersivên bi nakok daye.  Arik, destnîşan kir ku destpêkê girtîgehê jê re gotiye ku hevjînê wê bi daxwaza xwe derneketiye hevdîtinê û wiha got: “Dema ku cara duyemîn jî geriyam gotin, ‘Me wisa negot. Me got ku dibe bi daxwaza xwe derneketibe. Piştî 20 deqeyan dîsa bigerin’. Dema ku cara sêyemîn geriyam gotin ku ji ber ku bi girtiyekî testa wî pozîtîf derketiye re temam kiriye 15 rojan ketiye qarantînayê û wê di vê demê de li we negere.”   Arik, destnîşan kir ku ji ber rewşê bi fikar in û got ku herî dawî di 7’ê kanûnê de bi hevjînê xwe re axiviye û hevjînê wê jê re gotiye ku ji berk u bi gokê leyistiye piyê wî şikiyaye.