Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin 2020-12-10 15:57:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li gelek navendan bang kirin û xwestin li dijî binpêkirina mafan têkoşînek hevpar bidin. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser çalakiyên gireva birçîbûnê yên li girtîgehan û xwestin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.    Parazvanên mafên mirovan, di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û  Hatayê daxuyanî dan çapemeniyê.    STENBOL    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) yên Stenbolê di çarçoveya hefteya mafên mirovan 10-17'ê kanûnê de li qada Sultanahmetê daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan li qadê kom bûn û pankarta “Mafê mirovan hema niha" vekirin û dowîzen “Ji şer re na aştî hema niha", “Dawî li binpêkirina mafên li girtîgehan bînin" û “Her kes rengîn e, her kes wekhev e" vekirin. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Rûmetae mirovan dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin.    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya  Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand ser danezana mafên mirovan a gerdûnî û wiha got: "Ji bo aştî, edalet, wekhevî, azadî û rumeta mirovan bê parastin û ev yek mîsoger bibe emê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin."    'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Yolerî, da zanîn ku di di sala 2020'an de pirsgirêka Kurd û tecrîda li Îmraliyê bêtir kûr bûye û wiha axivî: "Pirsgirêka Kurd li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê astenga sereke ye. Şerê çekdarî hêj didome. Mafê jiyanê û binpêkirina mafan didome. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."    Hevseroka  Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin jî anî ziman ku 72 sal berê danezan hatiye îmzekirin, lê hêj binpêkirinên mafan kêm nebûne. Keskîn xwest wekî parazvanên mafên mirovan têkoşînek hevpar pêş bixin.    MÊRDÎN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya KESK'ê bi tevlêbûna dehan kesan daxuyanî dan. Li salonê pankarta “Em ji bo cîhanek bê şer û bê mêtîngerî têbikoşina xwe mezin bikin" vekirin. Beriya daxuyaniyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nure Tarlak, diyar kir ku li zindanên Tirkiyeyê di 27'ê mijdarê de girtiyan li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: "Di hefteya mafên mirovan de li zindanan girtî 14 rojin di greva birçîbûnê de ne. Em bang li her kesî dikin ku daxwazên zarokên me bibînin û qebûl bikin. Em carek din naxwazin ji zindanan cenaze derkevin."    Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê Fevzî Adsiz jî daxuyanî da û xwest pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Adsiz, da zanîn ku êdî li Tirkiyeyê OHAL mayinde kirine û xwest tecrida li Îmraliyê li ser Ocalan tê kirin bi dawî bibe.    ÎZMÎR    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD),  Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya Malbatên Girtiyan a Ege (EGE-TUHAY-DER), Înisiyatifa Heq, Komeleya Pira Nava Gelan û Komeleya Rojeva Mafên Mirovan ên Îzmîrê bi heman armancê li pêş Sumerbankê ya Berê daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de “Em di şertê şewba kurevî û şertên OHAL'ê de mafên mirovan diparêzin" vekirin.    Li ser navê parazvanên mafên mirovan Sekreterê Giştî yê TİHV'ê Coşkun Usterci daxuyanî xwend. Usterci, anî ziman ku di pêvajoya şewba kurevî de binpêkirina mafan zêdetir bûye û wiha got: "Bi îlana OHAL'ê û şewba vîrûsê îqtîdara siyasî bêtir mafê azadiya ramanê û îfadeyê bi sînor kiriye. Bi taybetî zextên li ser çapemeniyê zêdetir bûye.    EDENE    Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Îlhan Ongor, anî ziman ku bi şewbê re binpêkirina mafan zêde bûye.    HATAY    Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba, daxuyanî da û diyar kir ku dê ji bo parastdina mafan têkoşkîna xwe berdewam bikin.    MÊRSÎN    Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Şaredarê Mêrsînê Vahap Seçer, Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer jî tev li daxuyaniyê bûn. Bi hevre vîdeoya ku bi awayekî koro danezanê dixwinin temaşe û guhdar kirin.    Rêveberê Navendî yê ÎHD'ê Îlhan Kiliç, daxuyanî xwend û piştre bi hevre ji bo girtiyan kart şandin.