Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin 2020-12-10 15:53:00   AMED - Polîsan 3 kesên ku malbatên li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê êrişî wan kirin, binçav kirin.     Êrişên kesên ku bi îdîaya zarokên wan revandine çiyê bi fermana Wezareta Karê Hûndir li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) disekinin, didomin. Van kesan di saetên nîvro de heqaret li Şewirmendê Parlementera HDP’ê ya Amedê Selma Guzel, Kenan Canpolat, endamên partiyê Kezban Kûday û Afîfe Kartal kirin. Piştî niqaşan û êrîşê Canpolat, Kûday û Kartal ketin hûndirê avahiya HDP'ê. Polîsan Canpolat, Kûday û Kartal ên piştî demekê derketin binçav kirin.     Li ser gilîkirina koma li pêş avahiyê her sê kesên ku polîsan binçavkirin birin Muduriyeta Polisan a Amedê.