Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin 2020-12-10 15:33:19   ŞIRNEX - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven malbata Muhammed û Fûrqan Yildirim ku panzer ketibû mala wan û kuştibûn ziyaret kir û got: “Wê hesabên zarokên me bidin.”   Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, li navçeya Silopya ya Şirnexê malbat û esnafan ziyaret kirin. Heyetê piştî seredana esnafan malbat jî ziyaret kirin. Heyetê malbata Muhammed û Fûrqan Yildirim ku panzer ketibû mala wan û ew kuştibûn jî ziyaret kirin. Li vê derê Leyla Guven got: "Ew ji desthilatdariyê bikevin jî wê hesaba zarokên me bidin.”   Wê di çarçoveya bernameya xwe de heyet sibê li navçeya Hezexê ya Şirnexê hin seredanan bike.