Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin 2020-12-10 12:55:09   ENQERE - Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê  Sezgîn Tanrikûlû, rapora 11 mehên 2020'an amade kir. Li gorî raporê di 11 mehan de 2 hezar û 918 maf hatin binpêkirin û 27 rojnameger hatin girtin.   Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê û Serokwekîlê Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan a Meclîsê Sezgîn Tanrikûlû, “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Çile û Mijdara 2020’an” a têkildarî 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan amade kir û bi raya giştî re parve kir. Tanrikûlû, di raporê de diyar kir ku di 11 mehan de 2 hezar û 918 maf hatin binpekirin. Di bin serenavê “kuştina bê daraz, hişyariya raweste û bûyerên gulebarankirina bêserûber” de 13, di girtîgehan de 37, di encama muameleya xerab û îşkenceyê de 3, di pêvçûnên çekdarî de 437, di mayîn û encama bombeyên bêxwedî û teqemeniyê de 1, di cînayetên kiryarên wan nediyar de 2, di kuştina leşkeran a bi guman de 6, di pêvçûnên sivîl û sûcên nefretê de 8, di pirsgirêkên penaberan de 92, di cînayetên jinan de 275, di cînayetên kar de 2 hezar û 32, di bûyerên din û îhmala fermî de 12 binpêkirinên mafan jiyîn.   3 HEZAR Û 293 ÎŞKENCE   Tanrikulu di berdewama raporê de diyar kir ku 3 hezar û 293 muameleyên nebaş û îşkence pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de hejmara binpêkirinên mafan ên “îşkenceyê” hezar û 581, hejmara “muamaeleya nebaş û îşkenceya girtîhan” jî hezar û 712 ne.   ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN   Tanrikulu di raporê de cih da binpêkirinên mafan ên di çarçoveya azadiya raman de jî. Li gorî vê yekê hejmara rojnameger, nivîskar û weşangerên di girtîgehê de 50, rojnamegerên hatine binçavkirin 82, rojnamegerên hatine girtin 27, rojnamegerên êrîş lê hatin kirin 21, rojnamegerên doz û lêpirsîn li ser hatine vekirin 51’in. Dîsa hejmara kesên ji ber azadiya raman di operasyonên medya civakî de hatin binçavkirin 706, kesên hatine girtin, doz û lêpirsîn li ser vekirin 247, kesên hatine girtin 25’in.   AZADIYA RÊXISTINKIRINÊ   Tanrikulu, di raporê de aşkere kir ku  hejmara parlementer, şaredar û rêveberên partiyan ên di çarçoveya azadiya rêxistinkirinê de 213, hejmara partî û komeleyên polîsan serde girtin 23 ye Di raporê de qedexekirina çalakiyan a li 36 bajaran jî cih girt. Tanrikulu di raporê de diyar kir ku li Wanê 9 caran biryara qedexeyan hatiye wergirtin û heta meha Kanûnê hezar û 474 rojan qedexe heye. Hejmara çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê yên mudahale lê hatin kirin 735, hejmara çalakî, xwepêşandan, şanoyên hatine qedexekirin 110, hejmara kesên di daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyan de hatine binçavkirin 2 hezar û 38, di vê çarçoveyê de hejmara kesên hatine girtin 42 û hejmara kesên hatine mehkûm kirin jî 292 hatiye tespît kirin.