Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e 2020-12-10 12:00:31   STENBOL - Li Tirkiyeyê her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, anî ziman ku sedema zêdebûna binpêkirina mafan neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Bi qasî dewletê muxalefet jî berpirsiyar e. Divê muxalef bi vê nerînê li dijî binpêkirina mafgan bibin yek û bi hevre têbikoşin.       Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) 72 sal berê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir. Parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê her sal di 10-17'ê kanûnê de wekî hefteya mafên mirovan pêşwazî dikin. Lê li gel vê yekê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe. Li gorî rapora ÎHD'ê û TÎHV'ê di 11 mehên 2020'an de 12 welatî ji aliyê esker û polîsan ve hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn. Dîsa di şer de 20 sivîl, bi giştî 225 kes hatin kuştin û 79 kes jî birîndar bûn. Li girtîgehan ji ber tundî û nexweşiyan 49 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di êrîşên nijadperestî û nifrînê de jî 10 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn. Kesên dema eskerî dikirin jî herî kêm 20 kes bi sedemên cuda hatin kuştin. 20 kes jî birîndar bûn. Di encama êrîş û tundiya mêr de herî kêm 260 jin hatin kuştin. Di bin sernavê îşkence, mumaleyea xerab, azadiya ramanê, mafê azadiya meş û xwepêşandanan, mafê jin û zarokan bi sedan maf hatin binpêkirin.    Têkildarî binpêkirina mafên mirovan Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, nirxandinên girîng kirin. Keskîn, anî ziman ku li gel 72 sal di ser qebûlkirina danezana mafên mirovan re derbas bûye jî dîsa binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêde dibe.  Di danezanê de pir aşkere dibêje ku her kes wekî hev in. Di tu alî de kes ji kesî ne cudatir e."     SEDEMA BINPÊKIRINA MAFAN PIRSGIREKA KURD E   Keskîn, destnîşan kir ku sedema binpêkirina mafên mirovan neçarserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Di nava sînorê çar dewletan de pirsgirêka nehatiye çareserkirin heye. Li aliyekî mafê ku Kurd bi xwe qedera xwe tayîn bikin tê binpêkirin. Pirsgirêk dikare bi rêbazên demokratik û aştiyane bê çareserkirin. Lê ev yek jî bê encam hiştin. Yek jê pêvajoya çareseriyê ye. Yê ku pêvajo guhert û ser û bin kir dewlet e. Serokomar Recep Tayyip Erdogan di pêvajoya çareseriyê de gotibû ‘Min her cureyê nijadperestiyê xist bin piyê xwe û eciqand' û anîbû ziman ku dê pirsgirêkê çareser bike. Piştre bi Ocalan re hevrdîtin hatibûm kirin. Lê heman Erdogan niha bi Devlet Bahçelî yê ku wê demê şer dikirin re hat cem hev. Niha dijberi gotinên xwe yên wê demê tevdigere."    Eren Keskîn, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê li ser hişmendiya Îttihat û Terakkî hatiye avakirin û bi polîtikayên ewlehiyê nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Keskîn, diyar kir ku ev tablo li Stenbol û Enqere bi nerîna nijadperestiyê derdikeve pêş û ev rê li pêş binpêkirina mafê mirovan vedike û wiha axivî: "Li vê erdhîgariyê pirsgirêka esasî bîrdoziya îttihatkar, Tirk, Suni, îqtîdar û muxalefetê li cem hev digire ye. Li tirkiyeyê kesên ji xwe de dibêjin çepkir û demokrat, dema mijar dibe pirsgirêka Kurnd wekî îqtîdarê tev digerin. Niha li hemberî me dewletek otoriter heye. Êdî gel jî dişibe wê dewletê. Dewletê bîrdoziya xwe li ser civakê daye qebûlkirin. Divê êdî ev bîrdoziya fermî bê niqaşkirin. Kurd li dijî vê yekê bi têkoşîna xwe hebûna xwe berdewam dikin. Lê li ser vê axê Çerkes wekî Çerkesan najîn. Laz, Rum, Cûhî û nasnameyên din bi nasnameyên xwe najîn. Tenê kurd li dijî vê inkarê li ber xwe didin. Tenê kurd ji bo mafê xwe têdikoşin. Mînak ez. Bavê min Kurd, dayika min Çerkes e. Ne bavê min weke Kurd, ne jî dayika min weke Çerkes jiya ye. Dayik û bavê min bêyî zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin mezin bûne. Civakek bê nasname tê avakirin. Her kes kêm dijî."     'OCALAN DI AŞTIYÊ DE ISRAR DIKE'    Keskîn, da zanîn ku li gel van polîtîkayan dîsa Kurd di aştî û çareseriyê de israr dikin û wiha lê zêde kir: "Rolê Ocalan ê ji bo aştî û çareseriyê gelek e. Ji ber Ocalan di tecrîdê de ye, tecrîd li hemû civakê belav bûye. Piraniya Kurdan Ocalan wekî Rêberê xwe qebûl dike. Niha Ocalan di tecrîdê de tê girtin. Aqilê dewletê di demekê de qala aştî û çareseriyê dikir. Bi Ocalan re hevdîtin dikirin. Lê piştre AKP bi dewleta Kur re ket nava hevkariyê û pêvajo xera kirin. Dewletê dîsa aqilê 90’î xist meriyetê. Di salên 90’an de me gelek binpêkirinên mafan dît. Niha aqilê dewletê yê salên 1990'an e. Kesên sûc dikin bê ceza tên hiştin. Kesên komkujiya Ermeniyan û Dersîmê pêk anîn, kesên di cînayetên Şeyh Sait û yên din de cih girtin bê ceza hatin hiştin. Dîsa kesên di cînayetên salên 90’î de cih girtin ser wan hatin girtin. Dema mijar dibe Kurd kesên muxalif bêdeng dibin. Muxalefet divê dest ji vê cot standartiyê berdin. Dema êrîşî Kurdan hat kirin CHP dengê xwe bilind bike, dê rêya çareseriyê vebe. Divê li dijî tecrîda Ocalan CHP dengê xwe bilind bike û li dijî tecrîdê derkeve.  Disa jinên ji aliyê nûnerên dewletê ve bi tundî, tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin zêde dibin. Ji salên 1997’î heta niha jin bi îşkenceya zayendî ya polîs û eskeran re rû bi rû dimînin. 758 jinên bi tundiya zayendî ya esker û polîsan re rû bi rû mane serî li me dane. Piraniya jinên bi îşkenceya zayendî re rû bi rû man jinên Kurd in. Ev polîtîkaya dewletê ye. Ev polîtika di salên 90’î de pir zêde bû. Mixabin ev polîtîka hêj didome. 758 jinan serî li me dan."    Keskin herî dawî da zanîn ku Tirkiye li gorî peyman û danezanê tev nagere. Dewlet li gorî berjewendiyên nava dewletan tev digerin. Lê li dijî vê yekê wêrekî û piştevanî dê me biparêze. Ji ber vê yekê emê bi wêrekî û hevkarî parastdina mafên xwe berdewam bikin."    MA / Mehmet Aslan