Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan! 2020-12-10 09:31:43 ENQERE – Derbarê 13 parlementerên HDP'î de bi hinceta tevli "Meşa Demokrasiyê" bûne fezleke hatin amadekirin û Parlementerê Wanê Sezaî Temellî jî bi hinceta siyasetmedarên girtî silav kiriye bi "pesindayîna sûc û sûcdar" hat tawanbarkirin.  Di 3'yê Kanûnê de 62 fezleke hatin Meclîsê. Ji van fezlekeyan 50 jê derbarê Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne. Fezleke ji ber protestokirina qeyûman, tevlibûna çalakiyên partiyê û parvekirinên medyaya civakiyî hatine amadekirin.    SILAV JÎ SÛC HAT HESIBANDIN    Yek ji parlementerên HDP'ê yên fezleke derbarê wan de hatin amadekirin jî Parlementerê Wanê Sezaî Temellî ye. Di fezlekeyê de axaftina Temellî ya di 3-4'ê Tebaxa 2019'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sûc hatiye hesibandin. Temellî di axaftina xwe de gotibû: "... Îro ji ber talîmatên daraza bi talîmatê tevdigere zêdetirî 5 hezar HDP'î girtî ne. Bi awayekî bêsûc hatine girtin. Ev mirov rojek berî rojekê divê bên berdan. Fîgen, Selahattîn, Sebahat û hemû hevalên me rojek berî rojkê divê azad bin. Ji bo azad bibin divê em li hemberî kesên ku belgeya stratejiya reformê ya darazê danîn holê û paşê xwe danê, tevbigerin."    Her wiha dozgeriyê di fezlekeyê de ji bo bilêvkirina navê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Selma Irmak, Sebahat Tûncelê jî derpêş kiriye ku "sûc û sûcdar hatiye pesinandin" û bilêvkirina navên van siyasetmedarên navbirî sûc hesibandiye.    ŞERMEZARKIRINA QEYÛM    Her wiha ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê protestokirina tayinkirinaa qeyûm de ku tayinî şûna Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli hatibû kirin, sûc hatiye hesibandin û Sezaî Temellî û Hişyar Ozsoy ji ber vê hatine sûcdarkirin û derbarê wan de fezleke hat amadekirin.    JI BER DERBARÊ ÎŞKENCEYÊ DE NIVÎSÎ SÛC HAT HESIBANDIN    Her wiha ji ber ku Parlemnetera Rihayê Ayşe Surucu serdanên malbatan ên li herêma xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kirin, ev parvekirin sûc hatin hesibandin. Her wiha ji bo parvekirina Surucuyê ku gotibû "Li Xalfetî ji kesên hatin binçavkirin 3 jê hatin berdan. Yek ji van jinan R. dibêje 'Destên min ji paş ve kelemçe kirin, serdevkî dirêj kirin, pêl min kirin, ceryan dan laşê min û heqaretên ku mirov nikaribe bibêje kirin...' R. nikare li ser pêyan bisekine!" jî hatiye gotin "îftira" ye û daxilî nav fezlekeyê hatiye kirin.    PARVEKIRINÊN MEDYAYA CIVAKIYΠ   Her wiha parvekirinên medyaya civakiyî yên Parlementera Stenbolê Oya Ersoyê sûc hatine hesibandin. Parvekirinên Ersoyê yên der barê "Operasyona Çiqilê Zeytûnê", parvekirinên derbarê TTB'yê de sûc hatine hesibandin. Her wiha ji ber ku Ersoyê twîta "... Em şoreşger heya li vê derê bin em ê her tim biqîrin ku AKP diz e" parve kiriye bi "heqareta li serokomar" hatiye tawanbarkirin.    JI BER PIŞTGIRÎ DAN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HATIN TAWANBARKIRIN    Her wiha bi hinceta parlementer Dersim Dag, Hişyar Ozsoy, Meral Daniş Beştaş, Ebrû Gunay, Huseyîn Kaçmaz, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn û Feleknas Ûca piştgirî dane çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, sûc hatiye hesibandin û derbarê parlementerên navbirî de fezleke hatiye amadekirin.    MEŞA DEMOKRASIYÊ    Her wiha beşdarbûyîna "Meşa Demokrasiyê Li Dijî Darbeyê" jî sûc hatiye hesibandin ku HDP'ê piştî betalkirina parlementera Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari dabû destpêkirin.    Ji ber Meşa Demokrasiyê derbarê van parlementeran de fezleke hatine amadekirin: “Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Ebrû Gunay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hasan Ozguneş, Tulay Hatîmogûllari, Abdûllah Koç, Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tîryakî, Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç, Nûran Îmîr, Saît Dede, Mûazzez Orhan.”   MA/ Dîren Yûrtsever